Rûsya dest bi lêdana vaksîna Koronayê “Sputnik – V” kir

Rûsya dest bi lêdana vaksîna Koronayê “Sputnik – V” kir

.

A+A-

Rûsya, dest bi lêdana vaksîna li dijî vîrusa Koronayê ya bi navê “Sputnik – V” kir.

Zanyariyên medya Rûsyayê diyar dike, îro danê sibê li paytext Mosko, dest bi vaksînkirina welatiyan bi vaksîna “Sputnik – V” hat kirin ku nojdarên Rûs li dijî vîrusa Koronayê çêkirine.

Biryar e heta dawiya îsal, dê li 100 navendên din yên tenduristiyê jî welatî bên vaksînkirin.

Parêzgarê Mosko Sêrgêy Sobiyanîn do gotibû, 5 hezar welatiyên xelkê Mosko, ku piraniya wan mamosta, nojdar û karmendên tenduristiyê ne, bo vaksînê navê xwe tomar kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin