Rola dîyasporaya kurd di çêbûna wêjeya nûjen a kurdîyê li Swêdê da

Rola dîyasporaya kurd di çêbûna wêjeya nûjen a kurdîyê li Swêdê da

Nivîskarên swêdî ji yekemîn nasîna fermî di warê wêjeya kurdî û hin caran jî di warê wêjeya li Tirkîyeyê da sûd wergirtin. Wan yekemîn nifşa nivîskarên nûjen ên kurdîya kurmancîyê çêkirin.

A+A-

 

Klêmans Skalbêr

Wergera ji fransîyê: Elîyê Paksirişt

Zimanê ku ji dema damezirîna Komara Tirkîyeyê ve heya sala 1991’ê li Tirkîyeyê qedexe bû, di vê salê da weşanên bi vî zimanî azad bûn. Mirov dikare bibêje ku heya wê rojê nivîsîna bi kurdîyê di Tirkîyeyê da tunebû.

Digel vê jî, girîng e bê gotin ku di salên 70’yî da ku serdema çêbûna partîyên kurd di Tirkîyeyê bû, tevgereke piçûk a wêjeyî bi taybet derûdora kovara Tîrêjê derket holê. Piştî derbeya 1980’yî, ev tevger şikîya. Loma, wêjeya kurmancîyê di sirgûnê û bi taybet di salên 1980’yî da geş bû. Dîyasporaya kurd li Swêdê ji alîyekî va ji ber sirûşta penaberîya kurd li Swêdê û ji alîyê din va jî ji ber ramyarîyên (sîyasetên) dewleta Swêdê ku kurdan ji wê baş sûd wergirt roleke berbiçav lîst. Armanca vê nivîsê dîyarkirina rola wêjeyî ya dîyasporaya kurd li Swêdê ye. Loma, ez ê di destpêkê da bi kurtasî taybetmendîyên dîyasporaya kurd li Swêdê şirove bikim û piştre, ez ê qala ramyarîyên swêdî bikim ku li gor dilê geşebûna wêjeya zimanê kurdîya kurmancîyê di vî welatî da ye. Di dawîyê da ez ê bibêjim ev wêje çawan li Swêdê hatîye holê û di çêkirina wêjeya kurdîyê di Tirkîyeyê da rola wê çi ye.

Dîyasporaya kurd li Swêdê;

Civaka kurdî ya li Swêdê gelek caran dîyasporaya kurdî tê binavkirin. Peyva dîyasporayê ji hemû dîyardeyan ra bi kar tê ku encama penaberîya ji welatekî mak ber bi çend welatan va ye. Dîyaspora di navbereke kunkunî da tê birêkûpêkkirin û bi awayê torkî bi raweya asoyî kar dike. Eger hin nivîskar bi bîr tînin ku ev navbera nenavendî ye, hin ên din dibêjin ku cûreyek navendîtî di dîyasporayê da heye ku ji alîyê welatê jê tên va pêk tê.

Taybetmenîyeka din a wê li bara rêxistina civakî ye. Dîyaspora di dirêjîya demê di civaka pejirankar da nayê pişaftin. Bi awayê ramyarî û aborî dikeve nav wê. Ev yek dihêle ku ew xwe birêkûpêk bike û karê xwe yê taybet encam bide û tenê ev kar dikare wê çêbike, domdar bike û wekî dîyaspora jîyana wî bidomîne û ew jî ji xwe hişyar û agahdar bibe. Ev karê dîyasporayî çavkanîyên xwe peyda dike û piranî jî ber bi welatê çavkanî va diçe. Kurd hindik hindik ji salên 1960’î va penaberî Swêdê bûn. Di salên 1970’yî û bi taybet piştî derbeya 1980’yî zêde çûn wî welatî. Toreke hevkarîyê ya pir xurt zû li seranserî wî welatî da pêk hat û ji salên 1980’yî va, ev tora bi çêbûna Federasyona Komeleyên Kurdistanê  (FKK) hat xemilandin ku piştre navê xwe guhart û kir Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê. Ev federasyona wekî navbêynkara dewletê û gelê kurd bi taybet bo daxwazên wan ên çandî roleke girîng dilîze. Bo nimûne, ferderasyonê di sala 1983’yan da ji Wezareta Zanîngehan û Xwendinên Bilind daxwaz kir beşa zimanê kurdîyê vebibe. Ev yek zû pêk hat. Yek ji taybetmenîyên kurdên li Swêdê pêkanîna çalakîyên girîng ên çandî û zimanî ye. Wek mînak, vebûna kursên kurdîyê, weşanxane, geşbûna nivîsên bi kurdîyê û herwiha ramyarîyên çandî yên Swêdê jî van çalakîyan han didin.

Ramyarîyên penaberî û çandî yên Swêdê;

Sa zêdebûna hejmara penaberan li Swêdê, parlimana wî welatî di sala 1975’an da ramyarîyeke penaberîyê li ser bingehên jêrîn pejirand: Beramberî, azadîya bijartinê û hevkarî. Di vî ramyarîyê da geşbûna zimanî heye. Nêrîna ''du-zimanîya çalak'' li wê demê da tê holê. Ev bo rewşekê ye ku kesek di wê da dikare du zimanan baş biaxive û binivîse. Ev nêrîn hat holê ku zimanên zikmakî û zimanên ''malê'' bi pêş va biçin. Bi vî awayî, ji sala 1975’an va, ramyarîya Swêdê ya penaberîyê ji kurdan ra di dibistanan da bo hînbûna zimanên zikmakî yên penaberan sûdmend bûye. Ji sala 1984’an va zimanê Kurdî li wir tê hîn kirin û çalakîyên kêlekê wek weşan û bi taybet weşana pirtûkên zarokan tê pêk anîn.

Ramyarîyên çandî û yên penaberîyê dibin yek û bi vî awayî geşbûna hêzeke wêjeyî û zimanî ya kurdî li Swêdê ra sûdmend dibe. Hevpirsîna neteweyî ya Swêdê bo karên çandî (Kulturrådet), ku di sala 1974’an da durist bûye, bûrs da komên ku di warên cur bi cur ên çandî da (lîstin, şano, wêje, pirtûkxane, û hwd.) kar dikin. Di vê çarçovê da, weşanxane û kovarên kurdî li Swêdê arîkarîya giştî werdigirin. Ji alîyê din va, nivîskar dikarin bo nivîsînê arîkarîyê werbigirin ku ji salên 1980’yî va Binyada Swêdê ya Nivîskaran (Sveriges Förtfattarfond) dide. Ev yek rê dide ku hin nivîskarên kurd bi pereyê nivîsîna xwe debar bikin. Ev ramyarî han dide geşbûna çalakîyên wêjeyî û zimanî, vebûna weşanxaneyan û weşîna kovaran ku li Swêdê ji cihên din ên Ewropayê pirtir e. 

Geşepêdana wêjeyeke kurdîyê li Swêdê;

Îro di komên wêjeyî yên kurdîyê da pirr caran ev pirs tê kirin ku gelo penaberî ji wêjeyê ra baş bûye yan an. Di rastîyê da, derbeyê rewşa derketina wêjeyeke kurdîyê di Tirkîyeyê da xirab kir lê penaberîyê rê da vê wêjeyê çavkanîyên xwe xurt û jîyana xwe domdar bike. Lê ev penaberî berîya her tiştî ya xebatkarên ramayarî ye. Ev xebatkarên ramyarî çima û çawan bûn nivîskar?

Berê, wilo dîyar e ku ji xebatkarên ramyarî ra ne hêsan e ji wêlêt dûr be û karê ramyarî bike. Dema ku ziman û pênaseya kurdî li Tirkîyeyê qedexe bû, nivîsîna bi kurdîyê jî awayekî cuda ji xebatê tê dîtin. Lê penaberî navbereke azadî û rêvebûnê ye. Wate, mirov dikare hîn bibe, bixwîne û binivîse. Serencam, wisan dîyar e ku penaberîyê hestên xurbetê xurt kirin û vê jî han da çalakîyên nivîsînê. Loma, ev xebatkarên berê yên ramyarî dibin xwedan azadî, dem û hin caran pere bi taybet ku eger ji arîkarêyên aborî sûd wergirin û xwe mijûlî wêjeya kurdîyê dikin. Ew dibin yekemîn nivîsakarên nûjen ên kurd li Tirkîyeyê hetanî yekemîn nivîskar û yên herî pispor.

Van nivîskaran cureyên nû wekî roman û kurteçîrok di wêjeya kurmancîyê da kar dikin. Romana (Tu, Mehmet Ûzûn) di sala 1984’an da hat weşandin û cihê Şivanê Kurd a Erebê Şemo girt ku di sala 1935’an li Rewanê da hatibû weşandin û gelek caran wekî yekemîn romana kurdî tê bi nav kirin.

Yekemîn berhemên kurteçîrok di salên 1980’yî li Swêdê da hatin weşandin. Ew berhemên nivîskarên kurd ên cîwar li wî welatî yên wekî Baran, Bavê Nazê, Lokman Polat, Hesenê Metê ne. Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên komên wêjeyî û herwisa ramyarî yên kurdî danîna binyata wêjeyeke neteweyî ya bi fermî nasbûyê ye. Bi vî awayî cureyên cur bi cur dikarin bên nimandin. Roman û kurteçîrok ku mirov dikare bibêje tuneye, berovajî helbestan, atûyên girîng in ku nivîskarên kurd ê hewl bidin bigihîjin pêkanîna wan. Ev yek yê rê vebike ku nivîskarên wan hinekî jî bi nav û deng bin. Mehmet Ûzûn û romanên wî mînak in. Îro, mirov di kovarên kurdî da dixwîne ku roman cureyek ji wêjeya nûjen e ku pêwîstîya wê bi demê û gelek kar heye. Wisan dîyar e ku Mehmet Ûzûn ji nivîsîna romanan bi kurdî hez kirîye û xwestîye di vî warî da bibe pêşvero. Di rastîyê da, ew yekemîn nivîskarê romanên kurdî ye ku ji sala 1984’an va berhemên wî li Swêdê û hetanî piştre Sîya Evînê û Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê yên wî ji sala 1992’an va li Tirkîyeyê hatin weşandin. Wî cureyeke nû dest pê kir û di wî warî da yekem bû ku li Ewropayê û Tirkîyeyê jî tê nasîn. Yaşar Kemal di pêşgotina Sîya Evînê da wî wekî serwerê romana kurdîyê dide nasîn. Li bara yekemîn romana bi kurdîyê di Tirkîyeyê da (Reş û Spî ya Ibrahîm Seydo Aydogan) divê bibêjim ku ew di sala 1992’yan da hat weşandin.

Berhemên van nivîskarên li Swêdê di kovara Nûdemê da tên weşandin ku di sala 1992’yan da ji alîyê Firat Cewerî va li Stockholm’ê hatîye weşandin.

Ew di derketin û belavbûna van cureyên nû (kurteçîrok, nivîsarên wêjeyê û helbesta nûjen a kurdî) da roleke girîng dilîze. Nûdem piranî berhemên nivîskarên li Ewropayî diweşîne. Ew nûnera wêjeyeke kurdî ya nûjen lê li derveyî welêt e. Bi vî awayî dibe nîşana ''wêjeyake dîyasporayê''. Ew nûnera wan nivîskaran e ku gelek caran bi navê ''nifşa 1980’yî''yan jî ''nifşa penaberîyê'' tê binavkirin. Di wê serdemê da mirov dikare bibêje li welêt û Tirkîyeyê da wêjeya kurdî tunebûye û eger jî hebûye ji alîyê wêjeya dîyasporayê va hatîye cîwarkirin. Yekemîn nifşa wêjeyî ya bi fermî nasbûyî diaysporayî ye. 

Hîkarîya vê wêjeyê li ser wêjeya kurdî li Tirkîyeyê;

Dema ku qanûnên Tirkîyeyê di sala 1991’ê da dest bi serbestbûnê kirin, weşanxaneyên kurdî jî bi kurdî weşandin û ên din jî bi vê armancê hatin damezirandin. Lê, hejmareke pir kêm heye ku dikare li Tirkîyeyê bi kurdî binivîse. Loma, berhemên nivîskarên kurd ên li Swêdê di salên destpêkê yên 1990’î da dîsan tên weşandin kêmasîyekê tijî dikin. Ew hez dikin berhemîn wan rasterast li Tirkîyeyê bên weşandin sa ku xwedevanan ji nêz va bibînin û berhem bên xwendin. Ev nîşana serencama dîyaporayîya van çalakîyan e: Nivîsîna bi kurdî tenê wê demê watedar e ku rasterast ji gelê cîwar li Tirkîyeyê û hetanî yê li Kurdistanê ra binivîsî.

Van nivîskarên kurd ên li Swêdê ku ji borî û nûhanînê sûd wergirtin, yekemîn kes in ku di warê wêjeya kurdî da bi fermî hatin nasîn û gulçînên cur bi cur yên wêjeya kurdî jî vê yekê nîşan didin. Cîwarbûba li Ewropayê rê dide pêşketineke zû û ev yek ji tirkên li Ewropayê ra jî wisan e. Ev nivîskaran li Tirkîyeyê ne tenê li cem kurdan lê belê li bal tirkan jî tên nasîn. Tenha nivîskarên kurd ên ku berhemên wan bi tirkî hatine wergerandin û tên xwendin Mehmed Ûzûn, Hesenê Metê, Firat Cewerî ne ku hemû jî li Swêdê dijîn û ji nifşa destpêkê ne. Gulçîna kurteçîroka kurdî ku ji alîyê Muhsin Kilzkayayî va li weşanxaneya Iletişim hatîye weşandin bi giştî nûnertîya vê rêyê ye.

Encam;

Nivîskarên swêdî ji yekemîn nasîna fermî di warê wêjeya kurdî û hin caran jî di warê wêjeya li Tirkîyeyê da sûd wergirtin. Wan yekemîn nifşa nivîskarên nûjen ên kurdîya kurmancîyê çêkirin. Penaberî û rêxistina dîyasporayî rê da wêjeya kurdîyê bi pêş ve bikeve û di serdema qedexeyê da hebe. Ji sala 1991’ê va, ev wêjeya kurdîyê bi saya serê kovarên zimanê kurdîyê û weşanxaneyên taybetzan, li welêt didome. Îro, nifşa duyem li welêt tê dîtin. Dîyasporaya Swêdê berhemên nivîskarên nûjen geşe pê nade wekî ku li gor wan pêşeroja wêjeya kurdîyê tenê dikare li welêt û nêzîkî civata çavkanîyê û xwendevanên belkêyî û pêkan be.

----------------------------------------------------------------

Çavkanî: http://www.institutkurde.org/conferences/integration_des_kurdes/Clemence+Scalbert. html

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin