Li Efrîn û Şehbayê talan û bac didomin

Li Efrîn û Şehbayê talan û bac didomin

A+A-

Li Efrîn û Şehbayê komên çekdar zeytûnên cotkarên Kurd talan dikin û bacên giran li ser berhemên wan disepînin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Neyrebiyê yê Şehbayê çekdarên koma Hemzatê cotkarekî Kurd bi zorê ji nav baxê wî derxistiye.

SOHRê diyar kir ku di wî baxî de 200 darên zeytûnan hene û çekdaran dest daniyê ser berhemê wî baxî.

SOHRê her wiha da zanîn ku li navçeya Şiyê ya Efrînê jî çekdarên koma Emşatê bacên giran disepînin.

Koma Emşatê bi rêya komîteya xwe ya aborî ji sedî 50 bacê li ser berhemên zeytûnan disepîne.

SOHRê destnîşan kir ku heman kiryar li gundên Hêkiçê, Mîrona Jorîn, Mîrona Jêrîn, Sinare û Enqeleyê jî tên kirin û xercên cotkaran li ber çavan nayên girtin.

Rewangehê mînakeke din a talanê jî eşkere kir.

Li gundê Kawendayê yê navçeya Racoyê, çekdarên Emşatê 30 kîs zeytûnên cotkarekî Kurd talan kirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin