UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike

UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike

A+A-

Rêxistina UNESCO di hewldanekê de ji bo naskirina cîhanî, gundê dîrokî yê "Hecîc" ê li parêzgeha Kirmaşanê, ji bo lîsteya "Baştirîn Gundên Geştyariyê yên Cîhanê" ji bo sala 2027'an pêşniyar kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a "Fars" a Îranê, gundê Hecîc ser bi bajarokê Paweyê ve, di nav çiyayên Şaho de û li ser beravê Çemê Sîrwanê ye. Ev gund bi avahîsaziya xwe ya pilêkanî ya taybet navdar e, ku tê de bana her malekê dibe hewşa mala li jorê wê. Ji ber vê yekê jî wek "Masûleya Kevirî ya Rojavayê Îranê" tê binavkirin.

Gundê Hecîc bi çand û zimanê Kurdî yê Hewramî, xwezaya xwe ya resen û kaniyên xwe yên zelal tê naskirin. Hebûna gelek şûnwarên olî û dîrokî hiştiye ku bibe yek ji cihên herî diyar ên geştyariyê li Rojavayê Îranê. Kolanên arkeolojîk ên li derdora Hecîcê şûnwarên jiyana mirovan ên ku dîroka wan vedigere Serdema Kevir a Kevin, ango zêdetirî 40 hezar sal berê, derxistine holê.

Xalo Ehmed ku yek ji niştecihên herêmê, diyar kir, geştyariyê di salên borî de jiyan li gund vegerandiye û geştyarên navxweyî û biyanî heftane serdana Kaniya Bil û goristana Seyîd Ubeydullah dikin. Niştecih hêvî dikin ku ketina lîsteya UNESCOyê, bibe sedema baştirkirina rewşa jiyana wan û parastina çanda wan a resen.

Rêveberê Şûnwar, Geştûguzar û Pîşeyên Destî yê Qezaya Paweyê Ezîz Mustefayî ragihand: "Hecîc hemû pîvanên pêwîst lê hene, da ku bikeve lîsteya baştirîn gundên geştyariyê yên UNESCOyê." Herwiha tekez kir, ev pêngav dê bibe sedema geşbûna aboriya herêmê, parastina mîrata çandî û pêşxistina geştyariya berdewam li herêma Hewramanê.

Pispor gundê Hecîc wek "gewhereke biriqandî di dilê Hewramanê de" binav dikin û diyar dikin ku tomarkirina wê di lîsteya mîrata cîhanî de, dê bibe mînakeke serkeftî ya geştyariya berdewam û geşepêdana hevseng li herêmê.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin