
Hevkariya nû ya Îraq û Amerîkayê Pêşmergeyan jî li xwe digire
.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan eşkere kir ku berpirsên payebilind ên leşkerî yên Îraq û Amerîkayê li Bexdayê civiyane.
Her du aliyan teqezî li ser destpêkirina "qonaxeke nû" ya hevkariya ewlehiyê kiriye ku şiyanên hêzên Pêşmergeyan jî li xwe digire.
Lîwa Sebah Numan li ser qonaxa nû ya hevkariya artêşa Îraq û Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.
Numan ragihand ku 6ê Çiriya Paşîn şandeyeke payebilind a Amerîkayê li Bexdayê şêwreke teknîkî li dar xistiye.
Mijara şêwrê paşeroja pêwendiyên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de bû.
Li gorî daxuyaniyê, civîn li ser bingeha Rêkeftina Çarçoveya Stratejîk a sala 2008an û berjewendiyên ewlehiyê yên hevpar hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Beşdaran pabendbûna xwe ya ji bo damezrandina qonaxeke nû ya hevkariya ewlehiyê ducare kiriye.
Ev qonax dê Îraqa federal bihêz bike da ku ewlehiya xwe dabîn bike û dê sûdeke wê ya berçav ji bo gelên Îraq û Amerîkayê hebe."
Li gorî gotina Numan Sebah dê di mehên bê jî şêwirên berpirsên payebilind ên her du welatan berdewam bikin.
Armanca wan bihêzkirina hevkariya ewlehiyê û rûbirûbûna terorê ya li ser asteke demdirêj e.
Hevkarî Pêşmergeyan jî li xwe digire
Armanca vê hevkariya nû piştgirîkirin û bihêzkirina şiyan û amadehiya hêzên ewlehiyê yên federal ên Îraqê ye ku hêzên Pêşmergeyan jî di nav de /e.
Her wiha parastina serweriya Îraqê, têkşikandina terorê, bihêzkirina aramiya herêmî û xurtkirina pêwendiyên aborî yên di navbera her du welatan jî di nav armancan de ne.
Îraq û Amerîkayê sala 2008an Rêkeftina Çarçoveya Stratejîk îmze kiribûn.
Li gorî rêkeftinê, erkê artêşa Amerîkayê ji şer bo rahênanê hatibû guhertin û artêşa Amerîkayê sala 2011an ji Îraqê vekişiya.
Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ji sala 2014an ve li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Îraqê û ji bo rûbirûbûna DAIŞê li wî welatî ne. Amerîka pêkhênera sereke ya wê hêzê ye.
Di 27ê Îlona 2024an de Îraq û Amerîkayê bidawîanîna erkê şer ê Hevpeymaniya Navneteweyî ragihand.
Niha beşeke mezin a hêzên Amerîka û hevpeymanan li Herêma Kurdistanê bi cih bûne û heta Îlona 2026an dê li wir bimînin.
Amerîka diyar dike ku ne misoger e ku ew hêz di Îlona 2026an de Başûrê Kurdistanê biterikînin.
Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê dibêjin, "Wê demê em dê ji nû ve mana wan hêzan û gefên teror û DAIŞê binirxînin.
Paşê em dê biryarê bidin bê ka em hêzan bi temamî vekişînin an mana wan dirêj bikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin