Rojhilata Kurdistanê dinale!

Rojhilata Kurdistanê dinale!

Li çend bajarên Rojhilata Kurdistanê ên wekî Loristan, Kirmaşan û Îlamê, karesata lehîyê didome.

A+A-

Li Rojhilata Kurdistanê û Îranê, lehiyê, zêdetirî 15 parêzgehan ber şepolê ketiye û heta niha 66 kesan jiyana xwe ji dest daye, ku beşek ji wan ji parêzgehên Loristan, Îlam û Kirmaşanê ne.

 

Li gor gotinên berdevkê rêxistina hewar çûna Îranê Mecîd Xalîdî, heta duh êvari li parêzgeha Fars 22 kes, li Gulistan 7 kes, li Mazinderan 5 kes, li Xorasan a bakur 3 kes, li Bûyir Ehmed 3 kes, herwaha li Zencan kesek û Qezwînê jî kesekî jiyana xwe ji dest daye û zêdetir ji 500 kesan jî birîndar bûne û bi sedan milyar ziyanên darayî geheştine bi gelek sektorên xizmet û av, elektrîk, gaz û xetên telefonê.

 

Li gor zanyariyên çapemeniya herêmî li Kirmaşan, Îlam û Loristanê duh 02.04.2019ê dubare ew pêla barîna baranê Kirmaşan û Loristan jî girtiye û gelek taxên Kirmaşan û çend bajar û bajarok û bi sedan gundên bajarên Meimûlan û Pulduxter ên Loristanê bin avê de mane. Lehî pir bi bandor bûye ku li gel xwe karesatek aniye û jin, zarok, pîr û astengdar aware û bê xanî mane.

Rojnamevan M. Salih Badirxan jî ji twîttera xwe parve kir ku ji ber metirsîya lehîyê, li Serpola Zehawa ser bi parêzgeha Kirmaşanê, dikandar, dikanên xwe vala dikin:

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin