Roja jidayîkbûna bi milyonan Kurd weke 1ê Çileyê hatiye tomarkirin

Roja jidayîkbûna bi milyonan Kurd weke 1ê Çileyê hatiye tomarkirin

.

A+A-

Yekem roja salê ango 1ê roja Çileyê wekî roja jidayîkbûna bi milyonan kurdên bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin.

Yekem roja salê ango 1ê roja Çileyê wekî roja jidayîkbûna bi milyonan kurdên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî hatiye tomarkirin. Lêkolîner û civaknas dibêjin; ji ber jiyana li gundewaran û kêmbûna rêjeya xwendinê û helwesta karmendên dewletê roja jidaykbûna bi milyonan kurd wiha hatiye tomarkirin.

Li tevahiya cîhanê 1ê meha Çile ango Kanûna Paşîn wekî yekem roja salê ye û di vê rojê de şahî û pîrozbahî tên kirin. Lê belê ji bo kurdên bakur û Tirkiyeyê taybetmendiyeke din jî a vê rojê heye. Li gorî qeydên nasnameyê 1ê Çile ango Kanûna Paşîn roja jidayîkbûna bi milyonan kurd e. Lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj jî yek ji wan kurdan e ku 1ê çile roja jidayîkbûna wî ye. Li gorî nirxandina Seîd Veroj, yek ji sedemên vê tomarkirinê jî jiyana li gundewaran û helwesta karmenên dewletê yên nifûsê bûye.

Seîd Veroj ji Kurdistan24ê re ragihand: “Sedemên perwedehî hene, sedemên dîrokî hene, sedemên leşkeri hene, sedemên abûrî hene. Ji berk u xwendin û nivîsandina kurdên me kêm bû dema ku diçin daîreyên nifûsê yên wê demê nedikarîn bi zimanê xwe xwe îfade bikin. Ji ber ku karmendên dewletê bi kurdî nedizanîn  welatiyan jî jî bi tirkî nedizanîn ji hevdû fêhm nedikirin. Ji ber vê yekê karmendên dewletê gotinê hema emê roja jidayîkbûnê 01.01 binivîsinin.”

Li gorî nirxandina lêkolîneran, bi taybetî heta salên 1980an gelek kurdên ku jidayîk dibûn roja jidayîkbûnê yekem roja salê dihat tomarkirin lêbelê ji koçkirina ber bi bajaran êdî malbatan roja jidayîkbûna zarokên xwe rast nivîsandine. Civaknas Şêxmûs Sefer dibêje ew jî roja jidayîkbûna xwe nizane û sedemeke vê yekê jî wekî tûnebûna statûya kurdan û zimanê kurdî jî destnîşan dike.

Civaknas Şêxmûs Sefer diyar kir: “Bêdewletbûna kurdan û tunebûna statûya kurdan sedemên vê yekê ne. Heger mirov bi zimanê desthilatdarên xwe bijîn mirov entegreyî vê sîstemê nabe. Ji ber vê yekê jî karmendên dewletê yên nifûsê li gorî serê xwe dîrokekê ji mirov re dinivîsin. Ev tiştekî din jî tîne bîra me, naxwe ti girîngiyeke çêbûna me jî tunebûye. Ango naxwe ne girîng e em kîjan rojê, kîjan mehê, kîjan salê jidayîkbûna. Wek mînak hema yekî nivîsandiye 01.01.1970an. Ev jî texrîben beriya 30-40 salan berê çêbû ye.”

Roja jidayîkbûna bi milyonan kurd bi bûyerên girîng ên salê û demsalan ve jî tê girêdan. Her dîsa, roja jiyakbûna 4-5 zarokên heman malbatê jî heman roj hatiye nivîsandin.  Lêbelê ji salên 1980an û pê de êdî malbatên kurd roja jidayîkbûna zarokên xwe rast tomar dikin.
 

Hesen Kosen (K24) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin