Roja Girîng 21ê Sibatê û Neteweya Kurd

Roja Girîng 21ê Sibatê û Neteweya Kurd

21 Sibatê, du biryarên dîrokî û girîng tîne bîra mirov. Biryara yekemîn ya dîrokî, “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Kolonyalîzmê” ye û biryara duyemîn ya dîrokî, “Roja Zamanê Dayikê Ya Neveneteweyî” ye

A+A-

 

Îbrahîm GUÇLU

21 Sibatê, du biryarên dîrokî û girîng tîne bîra mirov. Biryara yekemîn ya dîrokî, “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Kolonyalîzmê” ye û biryara duyemîn ya dîrokî, “Roja Zamanê Dayikê Ya Neveneteweyî” ye

Ev du biryarên dîrokî di demên cûda de ji alîyê du dezgehên navneteweyî ve hat pejirandin. Gelek dîyar e ku herdu mijar jî bi hev re girêdane. Lewra tê zanîn ku heger kolonyalîzm nebe, zimanên neteweyan, kêmneteweyan qedexe nabe, tune nayê qebûl kirin, zimanê neteweyan nayê helandin û asîmîle kirin.

Di derbarê ziman û kolonyalîzmê de biryarên hatine girtin, raste rast neteweya kurd û Kurdistanê eleqeder dike. Heta dema ku em li rastîya dinyayê dinêrin ji derveyî Kurdistanê welatekî kolonî tune ye. Li tu welatan wek li Kurdistanê zimanê qedexekirî jî tune ye.

Loma ji divê ev herdu rojan em ji alîyê neteweya kurd û Kurdistanê de şirove bikin, bigihîjin encamê.

NETEWEYÊN YEKGIRTÎ (NY), NETEWEYAN TEMSÎL NAKE. NETEWEYA KURD HÎÇ TEMSÎL NAKE. LÊ DÎSA JÎ DI TEORİYÊ DE AZADÎ Û SERWERÎYA NETEWEYAN DIPARÊZE Û LI DIJÎ KOLONYALÎZMÊ XWEDÎYÊ BIRYAREKÊ YE…

NY, her çiqas dibêje ku ez yekîtîya neteweyan im jî, hezar mixabin NY, yekîtîya dewletan e. Berjewendîya dewletan diparêze û dewletan temsîl dike. Neteweyan temsîl nake û berjewendîya neteweyan naparêze.

Lê dîsa jî di Peymana NY de hatîye pejirandin ku 1- Her neteweyek xwedîyê maf e ku qedere xwe bi îradeya xwe tespît bike, Li welatê xwe desthilatdar û serwer be.

2- Divê her neteweyek, azadî û serwerîya xwe bi her wateyê bi kar bîne. Dewleta xwe ava bike.

3- Ji bona ku neteweyên bindest û kolonî, bi emperyalîzm û kolonyalîzmê ve girêdayî ne, divê ji sîstema kolonyalîst rizgar û azad bin. Têkoşîna wan ya li dijî kolonyalîzmê rewa ye.

Her çiqas di Peymana NYê de ji bona neteweyan azadî, rizgarî, dewletnbûn hebe jî, dawî li kolonyalîzmê nehat.

Loma jî NY girêdayî peymana xwe di 1960î de, 21 Sibatê,  “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Kolonyalîzmê” îlan kir.

Ev biryara NYê ji bona neteweyên bindest û kolonî qezenceke mezin bû.

Lewra NY bi vê biryara xwe qebûl dikir ku kolonyalîzm li serê gelan û neteweyan belek a mezin e. Di heman de zirarê dide aramîya dinyayê û sîstema demokratîk jî. Loma jî li dijî kolonyalîzmê şer meşandin, wek wezîfeyekê dixe pêşîya xwe û hemû dewletan. Di şerê  neteweyên bindest û kolonî de şerê wan yên li dijî kolonyalîzmê re piştgirîyê wek erk dîyar dike.

Lê NY, ev wezîfeya xwe û biryara xwe pêk neanî. Piştî ev biryara xwe jî li dijî kolonyalîzmê şer nekir. Ji neteweyên bindest û kolonî re piştgirî nekir ku ew ji sîstemên kolonyalîst azad û rizgar bibin, dewletên xwe ava bikin.

Endamên xwe yên ku welatên neteweyan dagirkirine û kolonîze kirine, siza nekir.

Ew ji endametîyê dernexist.

Bi taybetî jî mafên neteweya kurd re xwedî derneket, têkoşîna neteweya kurd ya li dijî kolonyalîzma Tirkan, Farisan, Ereban re piştgirî nekir.

Neteweya kurd piştî ku Neteweyên Yekgirtî ava bû ji bona azadî û rizgarîya xwe têkoşînekê dimeşîne. Hezar mixabin dewletên endamên NY ne, bi qetlîaman pêşîya  têkoşîna wan werdigrin. NY, li hemberî Dewletên Ereban, Tirkan, Farisan qet mueyyîdeyekê pêk naîne.

Loma jî NYê, neteweya kurd û berjewendîya wan temsîl nake.

Li dinyayê bes neteweya kurd xwedîyê dewlet nîne. Divê kurd ji bona Peymana NYê û biryara wê ya di derbarê kolonyalîzmê de zorê bide NYê..

QEDEXEKIRIN Û TUNEKIRINA ZIMANAN JÎ ENCAMA SÎYASETA KOLONYALÎST E. BIRYARA UNESCOYÊ DI DERBARÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE ENCAMA PEYMANA NY-Ê Û PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ NE…

Qedexe û tunekirina zimanan encama sîyasetên kolonyalîst e. Kolomnyalîstan di van mişjaran de xwedîyê du helwestan e.

Beşek kolonyalîst, ji bona xwe rêvebirina welatê kolonyalîst bes dibînin. Bi xwe  raste rast wan welatan birêve nabin. Li wan welatan ji bona xwe hevalbandan çê dikin û bi wan hevalbendan wan welatan birêve dibin. Lê ziman û çanda neteweyên li wan welatan qedexe nakin. Li wan welatan ji bo ku kêm derfet hene, bes pêşketina ziman û çand, perwerde ya wî neteweyan gelek hêdî pêş dikevin.

Lê beşek kolonyalîst bi metodeke din li welatên kolonî dibin desthilatdar. Kolonyalîst bi xwe raste rast wan welatan îdare dikin. Hewcedarî bi desthilatdarîyeke girêdayî ne, bi metodeke din li welatên kolonî dibin desthilatdar. Ew di heman diheman de ziman, dîrok, çand, hemû hêjayîyên neteweyî yên wan welatan qedexe dikin, tune qebûl dikin, ji bona ku ew hêjaîyîyên wan yên neteweyî ji holê rakin, stratejîyan dimeşînin.

Li hemû beşên Kurdistanê demên berê ve, bi vê metodê ji alîyê dewletên kolomyalîst ya Tirk, Ereban, Fars de tên birêvebirin. Li Kurdistanê kolonyalîzma klasîk jî tune ye. Statuya Kurdistanê gelek xirab e. Bes di van salên dawî de li Başûrê Kurdistanê neteweya kurd xwedîyê hêjayîyên xwe yên neteweyî ye, wan pêş dixin û wan bi kar tînin.

UNESCO’ya girêdayî tevgera ciwanên li Bengaldeşê biryar dan ku rojekê ji bona ku ji zimanê neteweyan û kêmneteweyan re xwedî derkeve. Loma rojeke navneteweyî Îlan kir. Di sala 17. 11. 199an de 21ê Sibatê wek Roja Navneteweyî ya Tevgera Zimanê Zikmakî îlan kir.

Ev biryara UNESCOyê biryareke  gelek girîng e. Piştî sala 1999an li hemû dewletan ev roja hat pîroz kirin. Wê rojê xeterîyên li ser zimanan hatin ser zimên. Ji bona kuz iman ji holê ranebin pêşnîyar hatin kirin.

Bi vê biryarê pêvajoya parastina zimanên zikmakî dest pê kir. Ji hemû endamên UNESCO’yê hat xwestin ku zimanên li waletênn xwe heyî biparêzin, ji bona ku ew zimanan pêş bikevin derfet çê bikin.

Hezar mixabin ev yeka ji alîyê dewletan de pêk nehat.

UNESCO dîyar dike ku li Tirkîyeyê 18 ziman, li dinyyayê 2473 ziman li ber qedandinê ne.

Li Dewleta Tirk xeterîya mezin li ser zimanê kurdî heye. Lewra 100 sale ku zimanê kurdî qedexe ye. Bi kurdî qise kirin qedexe ye. Kurdî, zimanê perwerde yê nîne. Ji bona ku zimanê kurdî ji holê rabe, Dewleta Tirk gelek bir sîstematîk û stratejîk û bi plan xebat meşand û hîn jî dimeşîne.

Divê di ev roja pîroz de, em bang li hemû dinyayê bikin ku ji zimanê kurdî re xwedî derkevin. Zor bidin Dewleta Tirk ku ew sîyaseta xwe ya xeter li ser zimanê kurdî dev berde.

Lê em baş dizanin ku li dinyayê bes Kurdistan welatekî kolonî ye. Heta ku sîstema kolonyalîst ji holê ranebe, li Kurdistanê dewlet ava nebe, zimanê kurdî û hemû hêjayîyên neteweyî yên kurdî dê dibin xeterîya tune bûn û helandinên de bin.    

Dîyarbekîr, 21 Sibat 2020

 Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin