Portreya Prof. Celîlê Celîl 'Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî' derket

Portreya Prof. Celîlê Celîl 'Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî' derket

Weşanxaneya Lîsê, portreya Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" çap kir. Pirtûk ji alîyê Nîhat Gultekîn ve hatîye amadekirin û ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de bi Celîlê Celîl re hatine çêkirin pêk tê.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Weşanxaneya Lîsê, portreya Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" çap kir. Pirtûk ji alîyê Nîhat Gultekîn ve hatîye amadekirin û ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de bi Celîlê Celîl re hatine çêkirin pêk tê.

 

Portreya Prof. Dr. Celîlê Celîl "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" bi amadekarîya nivîskar Nîhat Gultekîn û bi edîtorîya rojnamevan-helbestvan Rêdûr Dîjle ji Weşanxaneya Lîsê derket. "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de (1991-2019) bi Celîlê Celîl re hatine çêkirin û ji 386 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de hevpeyvînên di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), kovara Rewşen, Tîroj, Nûbihar, Bîr, ji hevpeyvînên di malpera Nefel, rojnameya Newepel, Bûyerpress, K24, Dunya TV'yê de hatine weşandin û ji hevpeyvînên ku hin nivîskar û lêkolînvan bi Celîlê Celîl re çê kirine pêk tê.

 

 

'JI WÊJEYÊ HETA DÎROKÊ MIJARÊN GIRÎNG DIHEWÎNE'

 

"Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî", ji wêjeyê heta ziman, ji dîrokê heta zargotina kurdî gelek pirs û mijarên girîng di xwe de dihewîne. Ligel vê derbarê malbata Celîlan de jî ku nêzî 70-80 sal in di warê wêje, folklor, çand û zargotina Kurdî de bênavber dixebitin, agahîyên têr û tijî cih digirin. 

 

 

'JI BO LÊKOLÎNVANAN Û XWENDEVANAN ÇAVKANÎYEKE GIRÎNG E'

 

"Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî", di warê dîroka kurd û Kurdolojîyê de, ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkanîyeke girîng. Ji lew re di nav hevpeyvînan de tê dîtin ka Kurdolog Celîlê Celîl li ser bingeha dîrok, ziman, çand û wêjeya welatî çawa ber bi gerdûnê ve meşîyaye û xebatên wî di navbera paşeroj û pêşerojê de pireke çawa danîne. 

 

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin