Pirtûka ‘Ji Bo Zarokan Cografya’

Pirtûka ‘Ji Bo Zarokan Cografya’

Mamosteyê erdnîgarîyê Mehmet Baran Aydin ji bo zarokên kurdan bi navê ‘Ji Bo Zarokan Cografya’ pirtûkek nivîsand

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nivîskar Mehmet Baran Aydin, ji bo zarokên kurdan bi navê  ‘Ji Bo Zarokan Cografya’ pirtûkek nivîsand. Pirtûk ji Weşanxaneya Pêrîyê derket. Pirtûk ji bo zarokên 8-10 salî hatîye amadekirin û lehengên pirtûkê bi navê ‘Canê’ keçek û bi navê ‘Bagêr’ zarokekî kur e. Pirtûk ji dîyalogên di navbera her du zarokan de pêk tê.

Aydin dîyar kir ku di dema amadekirina pirtûkê de destek ji pedagog û psîkologan girtîye û da zanîn ku di dema amadekirina pirtûkê de wî mufredata perwerdehîyê ya Tirkîyeyê lêkolîn kirîye û bi mamosteyên seretayî re danûstendin kirîye. Aydin ji bo wêneyên di pirtûkê de jî got ku danûstendin bi wênesazên pirspor re kirîye.

Di axaftina xwe de Aydin da zanîn ku di warê perwerdehîya bi kurdî de divê ji bo zarokan eleqeyeke taybet hebe û dîyar kir ku divê zarok di jîyana rojane de bi zimanê xwe biaxivin.

 

Her wiha Aydin anî ziman ku li her qadê kurdî bi qedexeyan re rû bi rû dimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan e ji bo qedexekirina ziman û çanda me zext û zorî hene. Lê berkesê vê divê em jî tim hilberînin. Divê her kes di qada xwe de bi kurdî hilberîne. Ez mamosteyê erdnîgarîyê me û di warê erdnîgarîyê de dixebitim. Divê matematîkvan di warê matematîkê, dîrokzan di warê dîrokê, wêjevan di warê wêjeyê de hilberînin.”

Çavkanî: E-rojname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin