Pirtûka “Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” çap bûye

Pirtûka “Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” çap bûye

.

A+A-

Di vê pirtûkê de li gel jiyana helbestvanê mezin Abdulla Peşêwî, behsa nêrîn û helwesta wî ya li ser helbestvaniyê û ronakbîriyê jî hatiye kirin.

Abdulla Peşêw yek ji sitûna helbestvaniya kurdiyê ye. Cihekî wî yê girîng di helbesta kurdiya soraniyê de heye. Ji sala 1967an û vir ve bi dehan diwan çap kirine. Ji bilî çapên resen çapên sexte ji ber dîwanên wî hatine amadekirin.

Helbestên Peşêwî di van salên dawiyê de ji bo kurmanciyê jî hatine çapkirin.

Di kurmanciyê de çar weşanxaneyan pirtûkên wî weşandine. Ji bilî ya Weşanxaneya Belkî (Hilbijartin-Ji Hemû Dîwanên Wî), Weşanxaneya Dîwan (Xewa Min Nayê) û Weşanxaneya Avestayê (Veger – Birakujî), Weşanxaneya Peywendê hemû berhemên helbestvanî weşandiye. Peywendê berga yekem bi navê “Şevnameya Şa’îrekî Têhnî” di sala 2016ê de ya duyem jî bi navê “Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min” di sala 2019ê de çap kiribû. Zulkuf Ergunî ji bo Peywendê helbestên Peşêwî wergerandibû kurmanciyê.

Heman Zulkuf Ergunî niha jî jiyan û nirxandina helbestên Peşêwî weke pirtûkek serbixwe weşandiye. Weşanxaneya Nûbiharê ev pirtûk çap kiriye.

Ergun pirtûk bi navê “Abdullah Peşêw – Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” amade kiriye. Balê dikişîne helbet gelo nivîskarî çima Peşêw bi vî awayî penase kiriye? Ka em guh bidine nivîskarî bi xwe, bila ew bibêje bê çima Peşêw “Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” ye:

“Avangardî jî yek ji taybetmendiyên girîng ên ronakbîran e, bi taybetî jî di nava wan neteweyên ku di qonaxa veguheztina civakî û siyasî da ne, rola ronakbîrên avangard bihêztir e. Lê bi cîhgirtina damûdezgehên dewleta modern û bihêzbûna desthilatê ev rola pêşeng her ku diçe lawaztir dibe. Di zemîna postmodernd da êdî helbestvan û nivîskarên ronakbîr ji vegêranên mezin ên ku diyalektîka ruh û azadiya mirovahiyê dikin armanc, berê xwe didin vegêranên biçûk û ji textê xwe yê bilind tên xwarê. (...) Tevî vê arasteya giştî jî Peşêw yek ji nûnerên dawî yên avangardên edebiyata kurdî ye. Ji ber vê ye ku xwe şagirdê Xanî û Hacî dide zanîn û van pêşengan e û li dijî têgihîştina zal a serdama xwe hîn jî xewn bi paşerojeke ronak dibîne. (...) Ji ber vê mirov dikare bibêje ku Peşêw di vê xalê da ‘rizgarkerê dawî yê helbesta kurdî’ ye.”

Belê Zulkuf Ergunî bingehê nêrîna xwe ya li helbestvanî û ronakbîriya Peşêwî li ser vê îdiayê avêtiye û li ser vê jî ava kiriye.

Bandora Xanî û Koyiyî li ser Peşêwî

Pirtûk bi jiyana Peşêwî destpê kiriye lê Ergun bi çîroka jiyana wî re helbestvanî û ronakbîriya wî jî honandiye. Di beşê yekem de poetîkaya Peşêwî û hûrgiliyên vê poetîkayê hene. Ergunî weke di pêşgotinê de, ji bo balê bikişîne li ser têkiliya helbestvanî û ronakbîriya Peşêwî bi Ehmedê Xaniyî û Haci Qadirê Koyiyî re hemû beşan de behsa vê mijarê kiriye. Li gorî nirxandina Ergunî, Peşêw di bin bandora helbestvan û ronakbîr Hacî Qadirê Koyî de maye. Helbest û ronakbîriya xwe weke berdewama helbest û ronakbîriya Koyiyî digire dest. Zulkuf Ergunî ji ber têkiliya Haci Qadirê Koyiyî û Ehmedê Xaniyî, Peşêw jî weke dewama ekola Xaniyî penase kiriye. Lê ne bi tenê dewama vê ekolê ye. Bandora helbesta rojavayî jî li ser wî heye û bi van herdu ekolan û bi şêwe û rengê xwe yê cuda û taybet, bûye helbestvan Abdulla Peşêw.

Di beşê yekem de dîsa bandora xwendingeha romantîk, nerîta nûxwaz, dijberiya desthilatê, têgihiştina zimanî, afirandina îmajan, ahenga di helbestên wî de hinek sernavên din ni.

Rêbaza parabatîk a helbestên Peşêwî

Di beşên din de jî Ergunî behsa hêla rizgarkeriya Peşêwî kiriye û ji helbestên wî mînak dane da ku ev hêla wî ya rizgarkeriyê baştir were famkirin. Pirtûk careke din bi nîşan dide ku Peşêw li gel helbestvaniya xwe bi helwesta xwe ya ronakbîriyê, ya li dijî desthilatdariyê, zordestiyê, dagirkeriyê, serok û partiyên kurdî rola xwe pesend kiriye. Têkiliya vê ronakbîriyê bi helbestvaniya xwe baş honandiye û gotin û ‘emelên xwe ji hev veneqetandiye.

Zulkuf Ergunî di dewama pirtûkê de behsa rêbaza parabatîk a di helbestên Peşêwî de, rengê evînê û bandora xerîbiyê ya li ser fikr û ramanên wî yên netewîbûnê û hin mijarên din kiriye û ji bo her mijarê, bi çendîn helbestan mînak dane. Ergunî di vê mijarê de helbestên Peşêwî yên li dijî partî û serekên kurdan nivîsandine mînak daye û rexneyên Peşêwî yên li ser vê mijarê û birakujiyê bi helwesta wî ya ronakbîriyê ve diyar kiriye. 

Nivîskarî bi vê pirtûkê hewl daye Abdulla Peşêw di nava kurmancîaxêvan de bêhtir bide naskirin. Belê helbestên Peşêwî ji bo kurmanciyê hatine wergerandin, belê ew li Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û PENa Kurd beşdarî li Amedê bûye mêvan, belê di sala 2018ê de ji bo Efrînê û di sala 2019ê de ji bo Mazlûm Kobaniyî helbest nivîsandine û bi van, di nava bakuriyan de hinekî din hatiye bihîstin lê bi qasî navê xwe û helbestvanî û ronakbîriya xwe nehatiye naskirin. Zulkuf Ergunî diyar kiriye ku wî bi vê armancê ev pirtûk nivîsandiye: “Ev monografiya li ber destê we yekem xebat e ku li Bakurê li ser Peşêwî hatiye nivîsîn û em hêvî dikin rê li ber xwendevanên bakûrî veke da ku ‘Pêşewê Mezin’ baştir binasin û li ser dika wî ya bilind destê xwe dirêjê berên edebiyata kurdî ya paşerojê bikin.”

Derbarê Abdulla Peşêwî de

Di sala 1946an de li Hewlêrê jidayik bûye. Li heman bajarî  Enstîtuya Mamostetiyê xwendiye. Di sala 1970yan de bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Bexdayê. Di 1973yan de çûye Yekîtiya Sovyetê. Di 1979an de pileya masterê wergirtiye. Di sala 1984an de jî pileya doktorayê wergirt. Paşê pênc salan, li Libyayê li Zanîngeha Zankoya El-Fatihê ders dane. Ji 1995an ve, li Fînlandyayê dijî.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin