
Fermandarekî HPGyê: Em dixwazin pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bibe
.
Fermandarekî Hêzên Parastina Gel (HPG) Devrîm Palu diyar kir ku azadkirina Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê girîng e.
Palu her wiha amaje bi wê yekê kir ku biryara vekişandina gerîlayên xwe yên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi niyeteke ‘baş’ û bi mebesta serxistina pêvajoyê hatiye dayîn.
Endamê Konseya Fermandariya HPG Devrîm Palu li ser pêvajoyê û vekişîna gerilayan ji AFPyê re axivî.
Palu ragihand ku azadiya Abdullah Ocalan "ji bo bipêşveçûna vê pêvajoyê girîng e" û got, "Em bi çareseriyeke demokratîk a pirsa Kurd re ne."
Palu anî ziman ku Ocalan di pêvajoya çareseriyê de xwedî roleke girîng e û ji ber vê yekê "divê bikaribe bi hêsanî xelkê bibîne û bi wan re gotûbêjan bike."
Wî her wiha xwest ku rewşa Ocalan a li girtîgehê "bi lez" were başkirin.
PKKyê îro biryar da ku hêzên xwe ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vekişîne.
Palu ev pêngav wekî beşek ji parastina pêvajoya çareseriyê bi nav kir û li hemberî bikaranîna zimanekî ku bibe sedema dubendiyê di nav welatiyan de hişyarî da û got:
“Di nav jîngeha siyasî de kesên ku li dijî pêvajoyê ne û piştgiriyê nadin hene.
Em nabêjin divê nêrîna her kesî yek be lê divê hay ji zimanê ku bi kar tînin hebin.”
"Pêvajo bi şevekê yan çend mehan bi ser nakeve"
Fermandarê HPGyê derbarê dema pêwîst a ji bo serkeftina pêvajoyê got:
"Em bêhêvî li vê pêvajoyê nanêrin, lê heta niha Tirkiyeyê ti pêngav neavêtiye" û anî ziman ku serkeftina pêvajoyê "bi şevekê yan çend mehan pêk nayê."
27ê Sibata 2025an Abdullah Ocalan di daxuyaniyekê de daxwaz ji PKKyê kiribû ku çekan deyne, kongreyê li dar bixe û xwe fesix bike.
Piştre PKKyê di rojên 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12an li dar xist û biryara xwefesixkirinê da.
11ê Tîrmehê, di merasîmekê de li Şikefta Caseneyê ya li navçeya Dokanê ya parêzgeha Silêmaniyê, komek gerîlayên PKKyê wekî ‘niyetpakî’ ji bo serxistina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê çekên xwe şewitandin.
Di merasîmê de 30 gerîlayan ku di nav wan de Hevseroka KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn, çekên xwe şewitandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin