
Îranê cezayê îdamê yê 5 girtiyên Kurd betal kir
.
Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê, cezayê 11 caran îdamê yê pênc girtiyên siyasî yên xelkê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê betal kir û dê careke din li ser dosyeyên wan biryar bê dayîn.
Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê havîna îsal sê caran cezayê îdamê li Rizgar Beygzade Babamîrî, sê caran li Elî Qasimî, du caran li Pêjman Sultanî, du caran li Kawe Salihî û carekê jî li Teyfûr Selîmî birîbû.
Parêzerê Rizgar Beygzade, Osman Muzeyen ji Rûdawê re ragihand ku wan li Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê îtiraz li biryarê kiriye û Şaxa 39an a Dîwana Dadweriyê biryara hilweşandina cezayî daye.
Wî parêzerê Kurd got ku di dosyeya darizandin û cezakirina wan kesan de li Dadgeha Urmiyeyê gelek kêmasiyên yasayî hene û ew di dema lêpirsînê de jî ji mafên xwe yên yasayî bêpar mane.
Li gorî yasa û rêkarên desthilata dadwerî ya Îranê, eger Dîwana Bilind a Dadweriyê cezayekê hilweşîne, dosye ji bo şaxeke din a heman astê ya wê dadgehê tê şandin.
Li gorî vê yekê, dê dosyeya wan pênc girtiyan li şaxeke din a Dadgeha Urmiyeyê (ji bilî Şaxa Yekem) ji nû ve bê dîtin.
Hefteya borî, Dadgeha Pêdaçûnê ya Urmiyê, biryara bêsûcbûnê ya her pênc tometbaran a di tohmeta “fînansekirina terorê bi rêya dabînkirina dermanan ji bo neraziyan” de dabû.
Ji bilî cezayê îdamê, cezayê 10 û 15 salan zîndanê jî li wan pênc girtiyan hatiye birîn.
Ew pênc girtî, li gel 8 kesên din meha Nîsana 2023yan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn desteserkirin û bi “çalakiya li dijî desthilata Îranê”, “endamtiya partiyên dijberî Komara Îslamî”, “hevkarîkirina bi Îsraîlê re” û “desthebûna di kuştinê de” hatibûn tometbarkirin.
8 kesên din jî bi cezayê girtîgehê û cezayê pereyan hatibûn cezakirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin