‘Kulîlkên Azadiyê’ li Amedê dar çandin

‘Kulîlkên Azadiyê’ li Amedê dar çandin

.

A+A-

Endamên Koma Amed ên ku piştî 30 salî li Amedê konserek dabû, piştgirî da projeya qada kesk a Şaredariya Peyasê.

Endamên Koma Amed li qada 12 donimî ya ku dê li nêzîkî Bazara Gund a Kolana Mastfiroş ji aliyê Şaredariya Peyasê ve wekî qada kesk bê avakirin, darên fêkî çandin.

Hevserokên Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclisê û endamên Koma Amed beşdarî çalakiyê bûn.

Endamên komê darên ku çandin av dan û ji bo bibe bîranîn, şopa destên xwe li ser zemîna betonî hiştin ku dê şaredarî li qada kesk bi cih bike.

Hevserokên Şaredariya Peyasê spasiya gel kir ku eleqeyeke mezin nîşanî konsera komê ya piştî 30 salan dabû.

Koma Amed bi berhemên xwe yên wekî “Kulîlka Azadî”, “Dergûş” û “Agir û Mirov” mohra xwe li muzîka Kurdî xistiye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin