Xelkê Dêrsimê nerazîbûn nîşanî danîna stasyona bazê da: ‘Dijminê min e’

Xelkê Dêrsimê nerazîbûn nîşanî danîna stasyona bazê da: ‘Dijminê min e’

.

A+A-

Li Dêrsimê ji ber ku stasyoneke bazê ya şirketeke GSMê li nav taxekê tê danîn, welatiyan nerazîbûn nîşan da.

Welatiyên taxa Ataturkê ya navenda Dêrsimê nerazîbûn nîşanî stasyona bazê ya şirketeke GSMê ya nêzîkî dibistan û sûkê tê danîn da.

Welatiyan diyar kir ku stasyona bazê gefê li tenduristiya mirovan dixwe û xwest ku biryar were betalkirin.

Welatiyên ku li qada înşaetê ya ku dê stasyon lê were danîn kom bûn û bertek nîşan da.

Yek ji wan welatiyan Alîşan Yeşîltaş got:

"Niha li vir stasyoneke bazê datînin lê ev zerer e.

Li vir dibistana seretayî heye, li aliyê din parka zarokan heye û ev der cihê niştecihbûnê ye.

Em dizanin ku Parêzgar kesekî bi hestyar e û dê tedbîra vê yekê wergire."

“Dijminê min e”

Xidir Aydin jî wiha axivî:

"Dê li vir stasyoneke bazê deynin, zerera vê stasyonê ji bo mirovan heye.

Ev daran jî hişk dike. Ji me çi dixwazin, ev bi jiyana me dilîzin.

Ez tedawiyê dibînim, ev stasyon zererê dide min, dijminê min e."

Alî Haydar Avînîk jî diyar kir ku stasyon gelekî nêzîkî cihê niştecihbûnê tê danîn û anî ziman:

"Ev der hemû mal in, heta eywana hember 11 metre ye, nêzîkî dibistana zarokan û kreşê 50 metre ye.

Li gorî yasayê divê herî kêm 400 metre dûr be. Zarokên min ên biçûk hene, ji ber vê yekê em dê nehêlin ku li vir were çêkirin."

Danîna stasyonên bazê li gorî standardên ku ji aliyê Saziya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) ve hatine diyarkirin, tê kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yasayeke zelal ku diyar bike divê stasyonên bazê çend metre dûrî cihên niştecihbûnê bin, nîne.

Di raporên teknîkî yên ku Odeya Endazyarên Elektrîkê amade kirine de tê gotin, guncav e ku herî kêm 300 metre dûrî cihên wekî dibistan, nexweşxane û parkan bên danîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin