Parlementerê Kurd: “Dev ji êrîşên ser kolberan berdin”

Parlementerê Kurd: “Dev ji êrîşên ser kolberan berdin”

Parlementerê Kurd: “Dev ji êrîşên ser kolberan berdin”

A+A-

Parlementerê Kurd yê Mahabadê Celal Mehmûdzade bang li rêvebiriya Tehranê kir da nehêlin kolberên ser sînoran ji aliyê parastvanên sînor ve bên kuştin. Mehmûdzade got ku kolber ji aliyê parastvanên sînor de tên kuştin.

Endamê meclisa Tehranê û hem parlementerê bajarê Mahabadê Celal Mehmûdzade bi awayekî nivîskî ragihand ku sala borî 166 kolber hatine kuştin û birîndarkirin. Di beyana Mehmûdzade de hat ragihandin û her roj ev jimare zêdetir dibe û di sala 2020 an de 31 kolber ji aliyê parastvanên sînor de hatine kuştin. Mehmûdzade got ku bêkarî û feqîrî xelkê ber  bi sînor de dehf dide.

Temsîlkarê bajarên Serdeşt û Pîranşehrê yê di meclisa Tehranê de Kemal Huseyinpûr di nameya ku bo serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî re nivîsand de gotiye ku lêpirsîn û lêkolînên di derbarê kuştina kolberan de divê bên lezandin, kuştina koberan weka sûc bê qebûlkirin û failên wan bên cezakirin.

kolber-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin