Nûbihara 153'yan derket

Nûbihara 153'yan derket

.

A+A-

Kovara Nûbiharê ku sê mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya payîzê li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Di hejmara nû ya 153'yan a Nûbiharê de gelek nivîsên cur bi cur cih girtine. Ji nivîskarên kovarê Rohat Alakom bi nivîsa "Konferansa Kurdnasiyê (Rewan - 1934)" cih girtiye. Li gor nivîsê di sala 1934'an de li Rewana Ermenistanê bûyereke mezin di dîroka kurdên Ermenistanê de diqewime û konferanseke berfireh di warê zimanê edebî yê kurdan de pêk tê. Nivîs diyar dike ku di navbera salên 1930-1938'an de bi qasî 175 pirtûk bi kurdî hatine weşandin û di vê çarçoveyê de qala girîngiya konferansê dike. Di konferansê de heft xalên sereke hatine nîqaşkirin ku nivîs qala van û agahiyên din ên naveroka konferansê dike.

Ahmet Aras jî bi ser navê "Kurdperwerekî bê hesab: Dewrêşê Sado" li ser Sado nivîsek nivîsiye. Dewrêşê Sado neviyê Bişarê Çeto bû û serokê eşîra Pencînar bû. Di nivîsê de agahiyên li ser jiyana wî hatine pêşkêş kirin. Her wiha li ser kuştina Seîd Elçî jî hin agahî hatine rêzkirin.

Nivîskar Roşan Lezgîn jî bi navê "Klima Ehmedê Huseynî" nivîsa xwe nivîsiye û daketiye nav dîroka klama ku heta serhildana Şêx Seîd diçe. 

Ji nivîsên dîrokî Seîd Veroj jî li ser "Sirgûnekî Peymana Lozanê ji Lîsteya 150'an: Elî Îlmî Fanî" nivîsiye.

Ji hevpeyvînan Kamil Basirgan ligel Abdullah Încekan hevpeyvîn kiriye ku Încekan dibêje divê kurd jî zêdetir bala xwe bidin wergerê. Nîhat Gultekîn jî ligel Cemîla Celîl li ser binemala Celîlan hevpeyvînek kiriye.

Di vê hejmarê de nivîsên kesên wekî Murad Celalî, Perwîz Cîhanî, Abdullah Can, Metin Yuksel, Occo Mahabad, Hanifi Taşkin, Nasir Kemaloglu, Rahmetullah Karakaya, Receb Dildar hatine weşandin. 

Her wiha Rojen Barnas, Berken Bereh, Qedrî Sipranî, Se'diyê Şîrazî (Werger Hayrullah Acar), Kevok Mizîn, Melayê Cizîrî (Omer Faruk Çetinkaplan), Elî Kela Bapîr (Werger Hêmîn Omar Ahmad), Tengezarê Marînî, Rûbar Elî, Evdilxaliqê Îsa, Mela Muhammet Gulna (Tîguhêzî: Sîpanî), Bamed Serdar, Talat Înanç, Molla Surûrî Efendî (Amadekar Ahmet Gemî), Yûsif Hêşetî, Fuzûlî (Werger Halil Îbrahîm Sofuoglu), Yilmaz Budan Camanak, Frazê Xoytî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.

Ji bo têlikî û xwestinê:

Tel&Fax: (0212) 519 00 09

www.nubihar.com

[email protected]

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin