Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -1

Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -1

Xanedana Mîrên Merwanî, di nav bera salên 372 û 478 (koçî) / 983 – 1085 (zayînî) de, herêma berfireh a Dîyar Bekr bi rê ve dibir.

A+A-

 

Îro, ez ketim pey şopa xeyala Mezopotamyaya jorîn û lehengên wê. Min hew xwe dî, ez di dawîya sedsala dehan, an ya rasttir, di sedsala yanzdehan (piştî zayînê) de bûm. Ev yek, wekî rakirina lehîyê ji hêla pêlên deryayê yên serdema me ya ber bi serdemeke dî ve bû, a ku hin warên ji hêla dîrokê ve dewlemend û veşartîmayî derdixist meydanê.

 

Xanedana Mîrên Merwanî, di nav bera salên 372 û 478 (koçî) / 983 – 1085 (zayînî)  de, herêma berfireh a Dîyar Bekr bi rê ve dibir.

 

Çalakîyên wan ên ronak, hêza wan a hikimdar, serketina wan a bicoş, efsaneya wan a leheng dê careka dî çawa bê dîtin? Ewan,  ji bo damezirandina dewleteke nû û xanedaneka ronak,  dema  xwe derbas kir, di wê serdemê de, ciwanî, hostatî, wêrekî û jîrîya xwe bi camêrî xerç kir.

 

 Cizîrê

 

Dîyar Bekr (peytexta wê Amedê ye, îro bi fermî Dîyarbakır), yek ji her sê herêmên Cizîrê bû, a ku ji hêla zanyarên dema antîk ve wekî “girav” dihat pênasekirin, di nav herêma berfireh a Tîjle û Ferata jorîn de cîyê xwe digirt. Cizîrê, herêma Dîyar Rebîa (peytexta wê Musil bû) û Dîyar Mûdar (peytexta wê Reqqa bû, li hêla çepê ya Feratê dima) jî di nav xwe de dihewand. Ev herêm, îro di nav sinorên her sê dewletên Sûrî, Îraq û Tirkîye de hatîye dabeşkirin.

Kurdên ku  bi koka xwe ve Îndo-Ewropayî ne, li gel gelên din li herêma Dîyar Bekr a li ser sinora Bîzansê û ji Bexdayê dûr, a ku ji bilî Amedê hin bajêr û erdên weke; Xerzan, Farqînê, Heskîfê (îro Hasankeyf), Xelatê, Melazgirdê û herêmeke li bakûr-rojhilatê Gola Wanê de dima jî dihewand, bi hev re dijîya.

 

Destpêka Xanedana Merwanî

 

Bûyêrnûsê Cizîrî yê sedsala XII Ibn’ul Ezraq ê Farqînî, nivîskarê Ereb Ibn’ul Esîr û bûyêrnûsên Asûr Elîas ê Nisêbînî û Mihaîl ê Gewre, bi kêfxweşî qala dîroka Merwanîyan kirîye.

 

Damezîrenerê xanedanê, gavanekî Kurd ê bi navê Ebû Şûca Bad ê Dostik bû. Ewî dest ji gavanîyê berda, çêkên xwe wergirtin û bû serokekî wêrek ê şer, ê ku nav û deng veda. Dema hikimdarê xanedana Îranî ya Bûweyhan Adûd el Dewle, yê ku Împaratorîya Îslamê bi rê ve dibir, di sala 983-an de mir, Bad bajarê Farqînê ya ku li bakûrrojhilatê Amedê dima, zevt kir. Berê de navê wî bajarî Martîpolîs bû û îro wekî Silîvan tê binavkirin. Ewî (Bad) her wiha Amedê, Xelatê û Nisêbînê jî bi dest xist.

 

Bajarê dî, ê ku li başûrê Çîyayên Tûr Abdîn dima (îro Nisêbînê, li Tirkîye) xwedî dîrokeke antîk bû.  Ew bajêr, di nav bera herêmên Sasanî û Bizansê de qada sinor bû her wiha ji bo karwanan, dergeha derbasbûnê bû. Ji hêla Ereban ve di sala 639-an de hatibû zevtkirin. 

 

 Bûyêrnûs Elîas ê Nisêbînî û Ên Merwanî

 

Bûyêrnûsê Asûr û Metropolîtê Nisêbînê Elîas, şahidekî xelatkirî ya peydabûna Merwanîyan bû. Di nivîsarên xwe de,  ewî pesinê van mîrên zana û xweşbîn dide; “ Ma ew (Merwanî) nizanibûn pêwendîya birûmet, rêzdar û dostanî  li gel zanayên Asûrên rojhilat (ên Nestûrî) û Asûrên rojava (ên Yakûbî) deynin, ên ku li bajarên Mîrnişînîya wan bi piranî diman û li gel kurd û ereban di nav aramîyê de dijîyan? “

(D’après C. Hillenbrand.  Beşê “Marwanides – Ên Merwanî”, Encyclopédie de l’Islam, N.E, tome VI, Brill 1991, P. 611-612)

 

Asûr kê bûn? Nevîyên Asûr, Babil û Aramên kevnar… Ewana bi zaravayeka Aramî diaxivîn, a ku ew zarava kiribûn zimanekî zanayî û zanyarî bi navê Zimanê Asûrî.  Ewan, di destpêka serdema me de (destpêka Mîladê ve) çûne li ser dînê Xristîyanîyê. (Di wê demê de) Riha û hawirdora wê, navendeka Evangelîzmê (belavkirina Incîlê )ya çalak bû.

Nivîsara bi destan a Asûrî

Incîl. Peymana Kevn û hin rûpelên Peymana Nû. Mezopotamya, Sedsala VI – VII. Parchemin.BNF, Manuscrits orientaux (Syriaque 341)

 

Elîas ê Nisêbînî, ê ku wekî Elîas Bar Şênaya jî dihat zanîn, di Sibata 975-an li bajarokê Şêna hatîye dinyayê, ev bajarok li cîyê ku Tîjle û Zapa Mezin digihîjine hevûdin dimîne û ji destpêka sedsala VIII ve navenda Metranîya Asûrên rojhilat e. Elîas li wir dibe keşe. Di 19 salîya xwe de dibe keşeyekî payebilind û pişt re li Dêra Abba Şemûn tê tayînkirin, a ku ji bajarokê Şêna ne pir dûr bû. Ewî dîsa jî li Dêra Mezin a Ezîz Mikhaîl a nêzî Musul perwerdeya xwe didît,  ew herêma ku dêr  tê de dima ji hêla nivîskarên ereb ve, ji ber rezên wê yên binavûdeng pir dihat ecibandin. 

 

Di sala 1002-an, Elîas ê Nisêbînî bû metranê Beyt Nuhadhre a li herêma berdar a Dihokê dima û pişt re jî di sala 1008-an de bû metropolîtê Nisêbînê.

 

 Di destpêka sedsala XI, bajêr (Nisêbînê) bi avahîyên xwe yên delal, bi mizgefta xwe, bi himam û dar û zevîyên xwe yên dewlemend ve pir xweş û dilkêş bû. Bi hêla sîyasî û rêvebirîyê ve girêdahîyê Mîrê Dîyar Bekr bû.

 

Ji demên kevnar ve Nisêbînê navendeka olî ya girîng bû.  Di nav de, dibistaneke binavûdeng a ji hêla Metran James ê Nisêbînî ve di sedsala IV hatibû avakirin, hebû.

 

Di sedsala V de, weke navenda olî ya Beyt Erebayê, Nisêbînê jî bi navê Beyt Qardû xwedî çend metranîyan bû, mînak;  Cizîr a Beyt Zapdaî, Miks a ku di herêma nav bera Gola Wanê û Ava Botan de dima, Xerzan a raserî bakûrê dûava Botan û Tîjleyê…  Di serdema Elîas de Herran, Reşan, Beled û Şengalê jî girêdahîyê navenda Nisêbînê bûn. 

 

Elîas ê Metropolît, heta koça xwe ya dawîn a 1046-an de, li vî bajarî jîya û hebûn û jîyana xwe dîyarî xebatên zanyarî kir. Bi zimanê Asûrî û Erebî baş dizanibû û her wiha bi çanda Îslamê jî xweş serwext bû. Ewî, li dû xwe gelek xebatan weke bûyernameya xwe, Gramera Asûrî, ferhengeka Erebî-Asûrî, qesîde û beytan, şîretên metranî û hin nameyên bi zimanê Asûrî hatibûn nivîsandin, hişt. 

Elîas ê Nisêbînî, hin xebatên xwe yên teolojîk û sincî bi erebî jî nivîsîne. 

 

Hin sernivîsên wan li jêr in:

 

- “Pirtûka Tefandina Kelecanîyê” (Weşana Constantin Al Bacha, li Kahîreyê)

- “Gotinên kêrhatî ji bo rih û bedena mirov” (Weşana P. Sbath, Kahîre – 1936)

- “Peymana Kêfxweşîya jîyanê ya di siberojê de” (L. Şêxo, Bîst Peyman û Berevanîyên Nivîskarên Ereb Yên Mesîhî, Kahîre 1929, r. 129-132)                            

 

                                                                                                              

Bûyêrnameya wî ya 1018-an, hîn jî ji bo dîroka Kurdan pir girîng e, ji lew re nivîskar di der barê jîyanên hikimdarên Merwanî yên destpêkê û têkilîyên zanyarên Asûr û Kurdan de gelekî hûrgilîyên hêja dide me.

Wê bidome…

Ji zimanê Îngilîzî**: Xerzî Xerzan

Dîrokurd

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin