Mesûd Barzanî piştevanî da Nêçîrvan Barzanî

Mesûd Barzanî piştevanî da Nêçîrvan Barzanî

Serok Mesûd Barzanî di rêûresma sondxwarina Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir piştevanî da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî di rê û resma sondxwarina Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir piştevanî da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Serok Barzanî di gotara xwe de ragihand, di encama hilbijartina 30î Îlonê di proseyeke demokratîk de, Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin û îro jî Serokê Herêma Kurdistanê sonda yasayî xwar.

Her wiha got:" Piştre jî pêngavên damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê destpê dike. Pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî dikim, ji bilî hêvîya serkeftinê jê re dixwazim, bi hemû karîna xwe piştevanîyê lê dikim." 

Daxwaz ji Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê jî kir, her çi zûtir ew pirsgirêkên mane bêne çareserkirin, bi taybet pirsgirêkên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne hene, ku demek e kûrtir dibin û cihê metirsîya cidî ye. Ew jî pêwîstî bi hişmendî û têgihîştina hemû pêkhateyên Iraqê were kirin û Ii gor destûrê.

Başkan Mesûd Barzanî, da zanîn jî, DAIŞ rastî şikestina mezin hat, lê maye û metirsiya wê jî maye û xwe birêk dixe. Metirsiya wê ne tenê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê heye, belkû li ser navçê û cîhanê jî heye. Ji ber wê pêwîst e rê li berê wê were girtin û karesatên 2014an dubare nebin.

Derbarê navxweya Herêma Kurdistanê de jî ragihand: Pêwîst e em hemû bi hev re pirsgirêkan çareser bikin û hevkar bin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin