Li Tirkiyê 153 kesên din bi Coronayê mirin

Li Tirkiyê 153 kesên din bi Coronayê mirin

.

A+A-

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 713 pêketiyên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin û herwiha  153 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên bihorî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 161 hezar û 125 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine encamdan, ku encamên 6 hezar û 713 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 153 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 254 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 453,535 kesan û 12,511 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 377,891 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 406 hezar û 742 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin