Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi Koronayê ketine nêzî 84 milyonan dibe   

Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi Koronayê ketine nêzî 84 milyonan dibe  

.

A+A-

Li tevahiya cîhanê, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine, nêzî 84 milyonan dibe. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 83,848,572 kes bi vîrusa Korona ketine.

Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin, ku li wir hejmara pêketiyan ji 20 milyonan borî ye. Li dû Amerîka ji 10 milyon pêketiyan zêdetir Hîndistan, li dû wê jî bi 7,6 milyon pêketiyan Brezîlya tê.

Ji ber vîrusa Korona, li tevahiya cîhanê 1,825,810 kesan jiyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 347,419 mirinên ji vîrusa Korona, li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 194,949 mirinan Brezîlya heye.

Tê çaverêkirin ku tîmeke Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) di rojên pêş de bo lêkolînên ser destpêka şewba vîrusa Korona, serdana bajarê Wuhan ê Çînê ku vîrus yekem car li wir hatibû dîtin bike.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin