Li PAKa Diyarbekir gotûbêjek li ser huner, siyaset û civakê

Li PAKa Diyarbekir gotûbêjek li ser huner, siyaset û civakê

Li rêxistina PAKê ya bajarê Diyarbekirê bi navê "HEVPEYVIN" gotûbêjek hat li darxistin. Mijara civînê: huner, siyaset û civak bû.

A+A-

Li rêxistina PAKê ya bajarê Diyarbekirê bi navê "HEVPEYVIN" gotûbêjek hat li darxistin. Mijara civînê: huner, siyaset û civak bû.

Axaftvanên civînê nivîskar û siyasetmedar Nuri Sinir, nivîskar Enwer Karahan û Aydin Alp bûn.
Di destpêkê de N. Sinir li ser dîroka huner û sosyolojîya insanîyetê axaftinek dirêj kir û di dema Sumer, Misir û Başûrê Mezopotamyayê bi mînakan da û got "huner xwe ifadekirina gel e. Bandora hunerê li ser sîyesetê jî gelek zêde ye. Dû re jî pirtûka xwe ya bi navê ”Ber bi tarîtîya îskenceyê” da nasandin.

Enwer Karahan jî di axaftina xwe de li ser niviskarîya xwe û di jîyana xwe de rola siyasetê sekinî. Gazin ji weşanger û weşenxaneyan kir ku nivîskarê Kurd teşwîq nakin û reklama pirtûkên bi kurdî nakin.
Pirtûkên Kurdî hindik têne xwendin û firotin. Statuya li başûrê Kurdistanê bûye sebebeke pir girîng ku huner pêşde çûye. Di berdewamiya axaftina xwe de got ku hunermend divê azad be. Ew bi rîya nivîsê nava xwe vala dike.
Di dawîya gotina xwe de rêzdar Enwer qala nivîsên xwe yên lîrîk, çirokên xwe, nameyên evîndarîyê û helbestên xwe yên dawî kir.  Helbesteke xwe ku jîyana wî û sosyolojîya Dêrika Çîyayê Mazî dide nasîn bi hestyarî xwend.
Niviskar Aydin Alp jî li ser huner û rola hunerê di jiyana mirovan de sekinî û got "huner refleksa jîyanê ye wek evînê. Huner serhildan e. Huner ji her cûreyê jîyanê îstifade dike. Biryara xwe ew dide. Ji siyasetê jî istifade dike, lê nakeve cîyê sîyasetê. Huner herdem xwedî maf e. Huner do ye, îro ye û sibê ye, me ronî û zelal dike.
Rêzdar Aydin jî pêşgotina pirtûka xwe ku naveroka wê jîyana Reza (Bağlar) taxa Diyarbekir taswir dike, xwend.
Mêvanê civînê jî li ser huner û edebiyata Kurdî axifîn û pirsgirêkên zimanê Kurdî nirxandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin