Li Mêrdînê gel bertek nîşanî kanên kevir û mermeran dide

Li Mêrdînê gel bertek nîşanî kanên kevir û mermeran dide

Ekolojîst, siyasetmedar û gundî çûn herêma ku kan lê hene û li dijî projeyên ku dibin sedema texrîbatên xwezayî û çandî, derketin.

A+A-

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê gel bertek nîşanî kanên kevir û mermeran dide. Ekolojîst, siyasetmedar û gundî çûn herêma ku kan lê hene û li dijî projeyên ku bibin sedema texrîbatên xwezayî û çandî derketin.
 
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê 6 kanên kevir û mermeran hene. Hewl tê dayîn ku hejmara kanan derkeve 13'an. Ev hewldan rastî bertekan tê. Înîsiyatîfa Yekitiya Ekolojiyê ya Mêrdînê, nûnerên Şaredariya Stewrê û gundiyên Teffeyê çûn herêma kanan. Cendirmeyan wesayîtan di lêgerînê re derbas kir û piştî ku kontrola nasnameyan jî pêk anî destûr da ku kom derbasî herêmê bibe. Lê gundiyên ku bi wesayîtên xwe hatibûn herêmê destûr hat dayîn ku hejmareke gundî derbasî herêmê bibin û gundiyên din ji aliyê cendirmeyan ve ji herêmê hatin dûrxistin. 
 
Koma ku derbasî herêmê bû, piştî vekolînên xwe yên li herêmê, bi xwediyê kanê re hevdîtin pêk anîn û xwestin ku dev ji xebatên xwe berde. Lê xwediyê kanê diyar kir ku destûr girtiye û dê xebatên xwe bidomîne. Piştî vê hevdîtinê komê daxuyanî da çapameniyê. Li ser navê komên aktîvîsta ekolojiyê Derya Akyol daxuyanî da. Akyol diyar kir ku li seranserê Mêrdînê 100 kan hene û wiha got: "Destûra ji bo vekirina kanan ne bi rêya nasin divê bi raporên zanîstî bê dayîn. Kanên keviran xesarê didin xweza, çand û tenduristiya mirovan. Em ê gavên ku di vê mijarê de bên avêtin dê bişopînin."
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin