Li Hewlêrê bûyereke teqekirinê

Li Hewlêrê bûyereke teqekirinê

Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, îro çarşemî bûyereke teqekirinê bûye û li gor zanyarîyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.

A+A-

Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, îro Çarşemî bûyereke teqekirinê çê bûye û li gor zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.
 
Li gor zanyariyên Rûdawê, bûyera teqekirinê li xwarinekê li nêzîkî avahiya Konsulxaneya Tirkiyê çê bûye û di encamê de kuştî û birîndar hene.


Peyamnêrê Rûdawê li nêzîk cihê bûyerê ragihand, di nava kuştiyan de dîplomatekî Tirkiyê jî heye, lê heta niha nasnameya wî nayê zanîn.
 
Hêzên polîs derdora cihê bûyerê dorpêç kirine û rêkarên ewlehiyê tund kirine.
 
Hêzên polîs û Asayişa Hewlêrê rê nadin ku ti kes nêzîkî cihê bûyerê bibin.
 
Hêj derbarê bûyerê de ti daxuyaniyên fermî ji aliyên pêwendîdar ve nehatiye dan.
 
Lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.
 
Agahî tên nûkirin…

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin