Li Hesekê teqînekê rûda: Birîndar hene!

Li Hesekê teqînekê rûda: Birîndar hene!

Teqînek li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rûda, birîndar hene.

A+A-

Teqînek li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rûda û birîndar hene.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Hesekê da zanîn, otombîleke bombekirî li nêzêkî kargeha kaşî li taxa Giwêran teqiya.
Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 2 kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
Demek e li bajarên Rojavayê Kurdistanê teqîn çê dibin û bi piranî welatiyên sivîl dibin qurbanî. Roja 11ê vê mehê jî 3 teqîn li bajarê Hesekê rû dan û endamekî Hêza Ewlekariya Navxweyî birîndar bûbû.
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin