Li dîasporayê li van rojan bayê wêjeya kurdî kêm nabe

Li dîasporayê li van rojan bayê wêjeya kurdî kêm nabe

Roja Çarşembê, bi amadekarîya Komela Kulturî ya Kurd li Danîmarka KKKD û piştgirîya Federasîyona Komelên Kurdî li Danîmarka FKKD yê, ji bo nivîskar û helbestvan Şahînê Bekirê Soreklî li bajarê Kopenhagina paytexta Danîmarka semînerekî wêjeyî hat pêkhanîn.

A+A-

Roja Çarşembê, bi amadekarîya Komela Kulturî ya Kurd li Danîmarka KKKD û piştgirîya Federasîyona Komelên Kurdî li Danîmarka FKKD yê, ji bo nivîskar û helbestvan Şahînê Bekirê Soreklî li bajarê Kopenhagina paytexta Danîmarka semînerekî wêjeyî hat pêkhanîn.

Şahînê Bekirê Soreklî hat û... ma!

Van rojan bayê wêjeya kurdî ji ser me kêm nabe şikir. Do Şahînê Bekirê Soreklî bi heybeta wêjenasîna xwe li paytexta Danîmarka bajarê Kopenhaginê me koçberên kurdî hezan geh dibir Kobanê, Cizîrê û Efrînê me geh dibir Mihabat, Sine û Dokanê û me hildida dibir Helebçe, Germîyan, Zaxo û Gara, di dawîyê de me bir û anî gihîştand Ararat, Meletî, Mereş, Amed, Wan û ... em gerîyan, gerîyan û gerîyan.

Ş. B. Soreklî (Sivêregî), bi xwendina helbest û çîrokên xwe, geh me digirîyand, geh dikenand. Ma ew? Ew jî bi me re geh digirîya û geh dikenîya.

Roja 15.05.2019, bi amadekarîya Komela Kulturî ya Kurd li Danîmarka KKKD û piştgirîya Federasîyona Komelên Kurdî li Danîmarka FKKD yê, ji bo, Nivîskar û helbestvan Şahînê Bekirê Soreklî li bajarê Kopenhagina paytexta Danmark semînerekî wêjeyî hat pêkhanîn.

Semîner bi rêvebirîya Bavê Ferhat bi rawestina rêz ji bo şehîdên doza azadîya Kurdistanê destpê kir. Bavê Ferhat bi kurtayî behsa jîyana Ş. B. Soreklî ya di karûbarên wî ya di derbarê wêjeya kurdî de kir. Û Mikrîfonê teslîmê Ş.B.Soreklî kir.

Şahînê Bekirê Soreklî; piştê bi kurtayî behsa koçberîya xwe kir,  yekser dest bi xwendina çîrok û helbestên xwe kir. Helbet di navbeynê de behsa eger û ilhama nivîsandina wan berhemên xwe jî dikir.

Ş.B.Soreklî berhema xwe ya pêşî ji bavê xwe re nivîsî ye; ”Nameyek ji bavê min re” .. Herwiha gelek berhemên Ş.B.Soreklî yên bi rûmet ku gîhaştiye pirtûkxaneya wêjeya kurdî hene. Wek; Veger (roman), Wendabûn (roman), Pisîk jî xewna dibînin, Jana heft salan, Destana Dewrêşê Evdî, Fatîme û gelekên din..

Ş.B.Soreklî li Avûstralya yê serperiştîya du radyoyên kurdî bi navên SIEFM û SBS kirîye.

Di rojekî ku 15.05.2019`an Roja Zimanê Kurdî hatîye îlankirinê de, semînerekî bi vî rengî guhdarên semînerê gelek kêfxweş kir.

Semîner bi pirsên guhdaran û bersivên rêzdar Şahînê Bekirê Soreklî bi kêfxweşî qedîya.

Di dawîyê de Ş.B.Soreklî pirtûkên xwe yên Wendabûn û Veger ê ji bo guhdaran îmze kir.

Rûpela Nû /Danîmarka

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin