Li Dêrsimê Meha Xizir tê pîrozkirin

Li Dêrsimê Meha Xizir tê pîrozkirin

.

A+A-

Îsal jî weke her sal, Cema Xizir li Dêrsimê birêve çû. Li ziyaretgeha Duzgun Baba îsal jî bû cihê pêşwazîkirina bi dehan xelkê Kurd ê Elewî û merasîmên Meha Xizirê birêve çûn.

Tevî berf û boranekî zêde jî, xelkê berê xwe da tirba Duzgun Baba û li wir dua kirin, çira pêxistin û semah gerandin.

Di vê meha Xizirê de ew merasîmên ku birêve çûn, bi serpereştiya Cemxaneya Duzgun Baba bixwe ve hatin rêkxistin.

Kesên ku serdana turba Duzgun Baba kirin, ji bajar û gundên derdorê çûne wir û ji bo dema 2 demjimêran jî di nava berfê de meşiyan.

Kesên hunermend, kesayetên diyar ên Kurdên Elewî û çendîn kesên din beşdarî wan merasîman bûn. Meha Xizirê, dikeve naverasta demsala zivistanê, lê tevî hemû şert û mercên dijwar jî Kurdên Elewî dest ji vê nêrîta xwe bernadin û beşdarî merasîman dibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin