Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike

Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike

Performansên solo ku ji Îran, Hollanda, Azerbêcan û Tirkîyeyê gelek hunermend di nav de cih digirin, wê li Amedê derkevin ser dikê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sehneya Hunerê ya Mordemê, wê mîhrîcaneke performansên soloyê li dar bixe. Wê ji Îran, Hollanda, Azerbêcan û Tirkîyeyê gelek hunermend tev li mîhrîcanê bibin. Wê mîhrîcan li avahîya sehneya hunerê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bê lidarxistin.

 

Azîz Işik ku di nav komîteya amadekar a mîhrîcanê de ye, anî ziman ku armanca wan ew e ku mîrateyên çandî yên li ber windabûnê cardin zînde bikin û jin û zarok tev li nav jîyana çandî bibin. Işik, bal kişand ser dewlemendîya naveroka mîhrîcanê û gazî her kesî kir. 

 

Şanoger Esma Kaygûsûz jî wê bi lîstika "Anne Frank Saklanan Kiz" performansa xwe nîşan bide. Kaygûsûz, wê di vê lîstikê de rola "Anne Frank" bilîze ku yek ji sembola Qirkirina Cihûyan a li Almanyayê ye. Kaygûsûz, destnîşan kir ku peyama lîstikê dijberîya şer e û got: "Mixabin car heye em nikarin pêşî li ber xirabîyan bigirin. Ez ê ji bo vê li ser dikê bim. Ez ê hewl bidim dengê xwe ragihînim. Bawer dikim wê temaşevan lîstikeke baş temaşe bikin". 

 

JI 4 WELATAN Û 7 BAJARAN 

 

Lîstikên ji 4 welat û 7 bajaran hatine wê di navbera 8-16'ê Sibatê de bên lîstin. Wê ji bajarê Ûrmîyeyê lîstika "Çêlek" ku Resûl Bengîn nivîsandîye û Dunya Goftarî bi rê ve dibe û Keyhan Huseynî dilîze; dîsa ji bajaraê Tehran ê Îranê lîstika "S Ya Dawîyê" ku derhênerê wê Dunya Goftarî ye; ji Tehranê lîstika "Awaza Sed Hezar Efîlîya ya Evîndar" a Omîd Xakpûr; ji bajarê Baku yê Azerbêcanê lîstika "Men Olende Aglama" hwd. gelek lîstik bên lîstin. 

 

ŞEVBÊRK Û ATOLYE 

 

Wê di mîhrîcanê de bi teknîka ''Mîmo Dînamîk'' pantomîmek bê pêşandan. Her wiha wê şevbuhêrka dengbêjan bê lidarxistin û wê atolyeyên şanoyê bên lidarxistin. 

 

MA / Lezgin Akdeniz 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin