Leşkerê şahid: Me Dêrsim ji dîrokê paqij kir   

Leşkerê şahid: Me Dêrsim ji dîrokê paqij kir  

.

A+A-

 Axaftina Mahmut T. yê di dema komkujiya Dêrsimê de ku leşker bû, 30 sal şûnde ji aliyê Navenda Çand û Dîroka Dêrsimê (DKG) ve hat belavkirin.

Ji bo bûyerên ku di salên 1937-1938-an de qewimîn û di dîrokê de wekî "Komkujiya Dêrsimê" têne zanîn, di rojname û belgeyên fermî yên Tirkiyê de “Li Dêrsimê îsyan û serhildana eşqiyan hate serkutkirin” hatibû nivîsandin.

Ev komkujî ji mêj ve ye ku di rûpelên tarî yên dîrokê de tê veşartin, wehşeta li Dêrsimê nehat axaftin, ev rastî ti derneket holê.

Çemê Mûnzûrê ku bi ava xwe ya zelal û spî tê naskirin, bo heyama hefteyekê bi xwîna sor herîkî. Komkujî, sirgûn û talan di bîranînên şahidên wê serdemê de veşartî bûn.

Di hevpeyivîna Mahmut T. de, ku yek ji wan leşkerên beşdarî komkujiyê bûye, ew pîvanên komkujiyê li ber çavan radixe. Tiştên ku Mahmut T dibêje weke ava sar bi serê mirov de bê ye.

Rêveberê Projeya Dîroka Devkî ya 1937-38 Dêrsîmê Yaşar Kaya diyar kir ku Mahmut T, yek ji çend şahidên leşker e ku li ser Komkujiya Dêrsimê axiviyee, di 2003an de miriye.

Kaya da zanîn ku di derbarê komkujiya Dêrsîmê de vîdeoya herî kevin de ku hatiye tomarkirin, di hevpeyvîna ku 43 xulek dirêj e tê xuyakirin ku bîranînên leşkerê şahid hê jî zindî ne piştî 53 salan jî navên cih û kesan bi zelalî li bibîr tîne.

Mahmut T. di sala 1926an de li Qeyseriyê ji dayîk bûye û wê demê li bajarê Qeyseriyê ya Tirkiyê lîwaya 19emîn de leşkeriyê dikir.

Mahmut T diyar kir ku di Tîrmeha 1938an de li ser fermanêkî bi trênê diçin Xarpêtê û ji wê derê ji bi peya derbasî Dêrsimê dibin û ji 1ê Tebaxê heta 30ê Tebaxê li Dêrsimê leşkeriyê dike.

 

Leşkerê şahidhal Mahmut T

Mahmut T dibêje ku di 31ê Tebaxê de li ser aloziyê Hatayê derbasî Kîlîsê dibe û di Mijdara 1938an de terhîs dibe.

Leşkerê şahid ragihand ku 36 lîwa şandine Dêrsimê û vana jî çarçoveya planekî de li hereman bicih kirine, nexşe berê hatibûn amadekirin û piştî hemû amadekariyan fermana “lêxistinê” hatiya dayîn û wiha berdewam dike: “Di destê fermandarê lîwayê de nexşeyeke mezin hebû, heta ku zinarên mezin hertişt li serê hatibû nivîsandin. Ew nexşeyek wusa berfireh bû ku metre bi metre hemû hûrguliyên di derbarê axê de hebûn.”

 Mahmut T. di hevpeyvînê de diyar dike ku ji wan ferman hatiye dayîn ku “Ti teşkekî zindî nehêlin” û piraniya qurbaniyan ji jin, extiyar û zarokan pêk dihatin.

 

Deverên ku Mahmut T leşkerî kiriye

Li gorî axavtina leşkerê şahid, di serî de leşker li gund bicih dibûn û ji gundiyan re digotin ku “em ê we biparêzin” paşê ji xelkê re digotin “em ê we bişînin sirgûnê” û wan heta Çemê Mûnzûrê dimeşandin.

Li vir qurban li du koman têne dabeşkirin. Di serîdî mêr paşê jî jin û n zarok dihatin kuştin.

Mahmut T wiha berdewam dike: “Fermandarên me fermana gule berdanê dan û kî bi mere bû me gule reşand. Hemû gund herem bi herem hat dabeşkirin. Hemû gundên ku em digihîştinê, me dişewitand. Eşyayên bi nirx dihatin komkirin. Me hemû gamêş, bizin, mêşin kom kir û heta Xarpêtê anî. Me li pey xwe ti tiştekî ji bo xwarinê nehişt. Tiştên ku me nikaribû bi xwe re bibin, me perçe perçe dikir û dişewitand. Tiştek zindî nehişt. Kevir li ser kevir nema.”

Leşkerê şahid diyar dike ku di komkujiya Holvariyê de 80-90 kes hatine kuştin. Efserekî ku wêneyê qubaniyan kişandiye, li pişt wên wiha nivîsandiye “Dema ku 217 kes birin mirinê, 15ê Tebaxê 1938.”

 

Gundê Holvariyê, xelkê bo kuştinê dibin

Mahmut T wiha berdewam dike “Li wê derê (Holvariyê) nêzikî 80-90 zarok û jin hebûn. Mîtralyoz li deverek asê û darê hatin bicîh kirin. Car hebû du – sê roj Çemê Mûnzûrê sor diherikî.”

Li ser pirsa kesê ku hevpeyvînê kir “Leşkerên ku bi gotina ez nikarim vê yekê bikim, ez ji xwedê ditirsim tinebûn? Leşkerê şahid got “leşker dikare çi bibêje? Lêşker emîrber e. Gava bigota lêxe, tu mecbûrî lêxî. Nabe bibêje ez nakin, nikarim bikim.”

Mahmut T di hevpeyvînê de behsa kesekî bi navê Mustefa ku wê demê rê nîşanî wan dide dike. Kesê bi navê Mustafa egereke mezin heye ku Mustafayê ku beşdarî tîma qetilkirina Elîşêr û Zarîfe Xanim bûye.

Leşkerê vê yekê wiha dibêje “Fermandarê lîwayê hat û Mustafa îşaret kir û got ev kî ye? Kesên derdorê gotin bizûzê Seyîd Riza ye. Fermandar bi serê xwe îşareta lêxistinê da. Me singû li serê mawzerê xist û Mustafa xist nav xwe. Li me zivirî û lava ji me kir. Got: qet min bi singûya nekujin. Gule berî min bidin. wî mîna ku dua dike destê xwe li rûyê wî xist. Me ji di pey de gule berda, di cihê xwe de ket xwarê.”

 

Kemerê Arî

Rêveberê Projeya Dîroka Devkî yê 1937-38 Dêrsîmê Yaşar Kaya got “Bi taybetî vekirina arşîvên leşkerî di warê agahdarkirina gel de pir girîng e. Lê eger bibêjin careke din na, li dijîderketina wijdanî ya xelkê sivîl û reddî mîrat girîngtir e. Ji ber vê yekê, parvekirina her wêne, bîranîn û vegotinên di destên wan de, ji bo malbatên faîl jî berpirsiyariyek ehlaqî ye. Mixabin, bi qasî 154,000 belgeyên Dêrsimê bi salan e di tûrikên mohrkirî yên Parlametoya Tirkiyê de weke xwe dimînin û nayên vekirin. Divê ev di zûtirîn dem de ji raya giştî re bêne vekirin.

Navenda Çand û Dîroka Dêrsimê xwedî arşîvek mezin ku tê de hevpeyivînên bi şahidên serdemê hene ye.

Ew navend plan dikin ku vê arşîvê li Dêrsimê bi riya “Navenda Bîranînên Dêrsimê”, ji raya giştî re vekin.

(Rûdaw)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin