Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di xetên rûyê wê de xuya dibûn

A+A-

 

Salihê Kevirbirî

 

Neheqîyeke mezin e ku mirov behsa eşqê ji aşiqan re bike. Li hêla din pirsa herî zehmet ku mirov ji dengbêjekî bike jî li ser eşqê ye. Ji ber vê hindê bi min zor hatibû ku pirsa evîna wî jê bikim. Ez behsa dengbêjê zarokatîya xwe Karapêtê Xaço dikim.

Karapêt her dem dilê xwe ji mêrxasîyan re vekirîye. Di dilê tevahîya mêrxasên ku kilamên wan straye de, evînên ji wan mêrxasan mezintir hebûne. Mêrxas ew kes in, dema behsa eşq û evînê tê kirin, dibin mîna zarokan. Di bin awirên wan ên dijwar de, gelek caran nezerên henûn û nerm veşartine.

Karapetê Xaço, di jîyana xwe ya tije êş û keder de, herdem behsa mêrxasî kirine. Ji kevokên her dema tu gazî wan dikî, xwe diavêjin nav destên te revîyaye, behsa baz û başokan kirine ku dema baskên xwe vedikin reva xezalan di bin sîya xwe de dihêlin.

Lê ev dil e, ne tiştekî din! Dema dil ji bo kesekê lê bide tu ba û bahoz nikare bide rawestandin.

Karapêt jî dilek hebûye! Wî dil berdaye Yêvayê. Yêvaya ku jê re dibêje ‘Melokê.’ Carekê hez kirîye. Ew car bûye cara dawî. Nebûye mîna dildarîyên dema me. Ew ne tenê dengbêjekî dema berê bûye, her wiha dildarekî dema berê jî bûye. Yêvaya evîndara wî, piştî xatirê xwe ji vê dinyayê xwest jî, kesê li ser hez nekir. Karapêt heta roja mirina xwe bi demekê jî, li gundê Solxoza Çaran a Eçmîadzîna nêzîkî Yêrevanê her hefte diçe ser gora jina xwe.

Yêvaya dayika zarokên wî, yekane şahida barê giran a jîyana wî bixwe ye. Pênç zarokên wan çêdibin. Ji bo her pênç zarokan jî digot, ‘Fêkîyên Yêvayê.’ Wî badilhewa ev gotin nekirîye. Karapêt, Yêvayê ji asîmanan anîye xwarê. Her dem jê re ‘Melek’ gotîye. Heq jî kirîye. Her cara ku derdê debarê bi rojên dijwar ên zivistanê re bûye yek jî, Yêvayê hebûn û nebûna mala xwe nîşanê cîran û gundîyan nekirîye. Di demên zor de, dema jin boxçikên xwe didan pişta xwe û berê xwe didan malên bavên xwe, Yêvayê bûye jinexasa li ser mal û zarokên xwe.

Ji ber vê hindê bû her cara ku Karapêt behsa xanima xwe dikir, gotin di qirika wî de asê diman, hêsir diketin çavên wî. Heyfa xwe li wê yekê dianî ku bi çavên serê xwe mirina Yêvayê dîtîye:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di xetên rûyê wê de xuya dibûn. Ji ber vê yekê min zehf jê hez kir” digot û maweyek di nav bêdengîyeke kûr de wenda dibû.

Yêvaya ji malbata Azîzyan, keça Hagop û Îzmîrê bû. Sala 1936’an, li Qamişloyê bi Karapêt re zewicîbû. Gava dizewicin, Karapêt lejyonerekî artêşa Fransayê ye. Yêvayê sala 1976’an rehma Xwedê dike. Piştî mirina wê, Karapêt careke din nazewice. Fikra zewacê jî nayîne bîra xwe.

Ji pênc zarokên Karapêt, Araksî (1942) li Qamişloyê, Sêrop (1944) li Hisicaya Sûrîyeyê çêbûye. Sê zarokên mayî li Ermenistanê çêbûne. Keça wî Araksî ji gundê Solxoza Çaran zewicî ye û li wî gundî dimîne. Sêrop li heman gundî dima, du sal berîya niha rehmet kir. Anahîtê li Kîrovakanê dimîne. Sîranûş li Yêrevanê dimîne. Xatûnê, li Solxoza Çaran dimîne.

Tevahîya zarokên Karapetê Xaço tevî zimanê ermenî, bi kurdî jî dizanin. Lê nevîyên wî bes bi ermenî dizanin.

We got nevî?

15 nevîyên Apê Karapêt hene.

Xwedê bi rehma xwe şa bike… Amîn!

Xwebûn

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin