Karahan vê care jî bi helbestên xwe derket pêş hizkiriyên xwe

Karahan vê care jî bi helbestên xwe derket pêş hizkiriyên xwe

Enwer Karahan bi kokteylekê pirtûka xwe ya helbestan “Lorînên şevê” da nasandin.

A+A-

Enwer Karahan bi kokteylekê pirtûka xwe ya helbestan “Lorînên şevê” da nasandin. Kokteylê nivîskar, rojnamevan, ronakbîr û siyasetmedarên Kurd anî ba hev.

Enwer Karahan bi axaftineke kurt xêrhatina mêvanên pirtûka xwe kir. Spasiyê xwe ji bo Weşanxana APECê û xwediyê wî Alî Çîftçî kir.

Karahanî piştî axaftina xwe ya kurt, ji pirtûkê çend helbestên xwe xwend. Ji beşdaran jî çend kesan ji pirtûkê helbest xwendin.

e.-karahan.jpg

Enwer Karahan kî ye?

Enwer Karahan di 1964an de li Dêrika Çiyayê Mazîyê ji dayik bûye. Karahan di 1997an de derketiye derveyî welêt û li Siwêdê bi cî bûye. Wî li wir hîn bêtir îmkan peyda kiriye ku karibe bi karê nivîsê re bilî bibe.

Berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine belav kirin. Heta nuha du roman, du ceribandin/vegotin û çar kitêbên wî yên kurtenovelan derketine. Ev berhema wî jî wek berhevoka helbestan dighîje ber destê xwendevanan ku ji şeş dosyayan pêk tê û 487 rûpel e.

 

Berhemên wî:

Şevbihêrkên şevên xalî, kurtenovel 2001

Duaya êvarê, kurtenovel 2003

Xanima kozê, kurtenovel 2005

Çû, ceribandin 2006

Du dilop, kurtenovel 2008

Şapînoz, roman 2010

Mêlav, vegotin 2013

Siwarê şînbozê Êlas Efendî, roman 2013

 

Reaksiyonên hin nivîskar û rewşenbîrên Kurd li ser “Lorînên Şevê ev in:

Sebahattin Korkmaz: Gotin, qewl, beyt, ayet ev e! Gotina zêde ne hewce û ne jî caîz e. Heta heram e… Enwer Karahan van gotinên ayetane ji ku tîne? Lê ev risim û dîmen… Îmkana wê tune, ev ne karê însanan e. Ez bawer im ev îlham bi rêya nazilbûnê û ji jor de tê ji te re.
Devliken Kelogirî: Seyda Enwer yek ji qelemkurdiyên herî xurt e. Dilê wî jî qayîşê bi qelema wî re dikişîne; heger ji qelema wî ne kurdtir be, ne kêmtir e jî.
M. Alî Kut: Dunya alem bi helbestan dest pê dikin û paşê dibin niviskar, lê vê prosesê li ba vî dostê min berovajî dest pê kiriye…
Evîn Berçem: Enwer Karahan nivîskarê estetîkê ye…
Zînet Dinçer: Xalê min Enwer Karahan, mîrê gotinan e…
Ali Fikri Işık: Bêyî Enwer Karahan edebiyata kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin