Kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê îro dest bi kar dike

Kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê îro dest bi kar dike

Parlementoya Kurdistanê îro kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî pesend dike û kabîne bi fermî dest bi kar dike.

A+A-

Parlementoya Kurdistanê îro kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî pesend dike û kabîne bi fermî dest bi kar dibe.


Xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê îro xilas dibin ji ber ku kabîneya nû bi serokatiya Mesrûr Barzanî ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve tê pesendkirin.


Li gorî qanûnên Kurdistanê, piştî ku kabîne hat pesendkirin endamên kabîneyê sûnd dixwin û bi fermî dest bi kar dibin.


 Pêkhateya kabîneya pêşniyazkirî:
1- Mesrûr Mistefa Barzanî: Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
2- Qubad Talebanî: Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
3- Ferset Ehmed Ebdula: Wezîrê Dadê.
4- Şoreş Îsmaîl Ebdula: Wezîrê Karûbarê Pêşmerge.
5- Rêber Ehmed Xalid: Wezîrê Navxweyî.
6- Awat Cenab Nûrî Salih Mihemed: Wezîrê Darayî û Aborî.
7- Saman Husên Mihemed Berzencî: Wezîrê Tenduristî.
8- Alan Heme Seîd Salih Mihemed: Wezîrê Perwerde.
9- Dana Ebdulkerîm Heme Salih Ebdulrehman: Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê.
10- Sasan Osman Ewnî Hebîb: Wezîrê Şarewanî û Geştûguzariyê.
11- Aram Mihemed Qadir Emîn: Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.
12- Dara Reşîd Mehmûd: Wezîrê Plandanan.
13- Kiwîstan Mihemed Ebdula Merûf: Wezîrê Karûbarên Civakî.
14- Mihemed Seîd Elî: Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan.
15- Ebdula Mehmûd Mihemed San Ehmed: Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan.
16- Bêgerd Dilşad Şukrela: Wezîrê Keştûkal û Jêderên Avê.
17- Kemal Muslim Seîd Qerenî: Wezîrê Barzirganî û Pîşesazî.
18- Ano Cewher Ebdilmesîh Ebdoka: Wezîrê Veguhastin û Gihandinê.
19- Piştîwan Sadiq Ebdula: Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî.
20- Kemal Mihemed Salih Xelîl: Wezîrê Elektirîkê.
21- Xalid Selam Seîd: Wezîrê Herêmê.
22- Aydin Marûf Selîm: Wezîrê Herêmê.
23- Vala Ferîd Îbrahîm: Wezîrê Herêmê.
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin