Ji partîyên Kurdistanî bo Frensayê name

Ji partîyên Kurdistanî bo Frensayê name

Hin partîyên Kurdistanî li Ewropayê di derheqê Peymana Sevrê ji serokomarê Frensayê re nameyek şand. Di nameyê de dîyar kirin ku Frensa dostê gelê Kurd ji demên dirêj ve ye.

A+A-

 

Hin partîyên Kurdistanî li Ewropayê di derheqê Peymana Sevrê ji serokomarê Frensayê re nameyek şand. Di nameyê de dîyar kirin ku Frensa dostê gelê Kurd ji demên dirêj ve ye.

Nameyê Partîyên Kurdistanî ev e:

Mijar: Sedsalîya Peymana Sèvre

Birêz Serokkomar,

Eva bû sedsal, di 10ê Tebaxa 2020 an de Peymana Sevrê ji terefê « hêzên mezin yên hevbeş » hate îmzekirin. Yek ji vana Frensa ji alîyekî û Tirkîye jî ji alîyekî din.

Li gorî vê peymanê mafê otonomî ji bo Kurdistan di maddeya 62an de hatîye destnîşankirin. « Komisyonek ji berpisên Frensa, Îtalya û Brîtanya wê di nava 6 heyvan de, ji dema kû ev peyman bikeve rê, amadekarîyan bike ku otonomîyek herêmî di herêmên başûr û rojavayê Ermenîstanê, ji rojhilatê Firatê û li jorsînorên Sûrîye û Mezopotamya bi cih bibe. »

Li gorî maddeya 64 ya peymanê : « Piştî îmzekirina peymanê, dewleteke Kurdî ya serbixwe destnîşandike. Di nava salekê de, ji roja ku peyman hatîye îmzekirin, pirranîya civaka Kurd, li gorî maddeya 62 ya peymanê dikare serî li Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bide û bêje ku Kurd dixwazin dewletek serbixwe ji Tirkîye cuda avabikin. Ger Konseya Ewlekarî bibîne ku Kurd dikarin serbixwe bin, Tirkîye ji vê tarîxê de li gorî vê daxwazê, hemû maf û desthilatîya xwe li van herêman paşde dikşîne. »

Frensa endama yek ji wan « hêzên xwirt û hevbeş û mazûbanê » vê peymanê bû û ev peyman afirand.

Lê belê ev peymana Sevrê tucaran nekete pratîkê û bi peymana Lozan 24Temûz 1923 avakirina dewleta Kurdistan bi destan hate rêjkirin. Ji wê demê de gelê Kurd hate înkarkirin, mafê wî yên rewa hate windakirin û rojane bi zordarîyên bi xwîn rûbirû maye.

Frensa dostê gelê Kurd ji demên dirêj ve ye. Em spasîya wê dikin. Alîkarîya ku bi gelê Kurd li Iraqê kirîye, bi taybetî di qada navnetewî de, di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de hişt ku îro herêmek federal bê holê.

Ji alîyekî din de Frensa ji 2015 an di nav koalisiona navnetewî de, bi awayekî aktîf li tenişta Kurdên Rojava sekinî di tekoşîna li dijî Daeş, ji ber ku gelê Kurd û gelê Frensa bi taybetî ji terora vê rêxistinê gelek êş kişandine.

Lê belê piştgirîya Frensa ji bo gelê Kurd divê ne tenê ji bo tekoşîna li dijî DAEŞê be. Berxwedana gelê Kurd ya ji bo mafên rewa, berîya derketina DAEŞ hebû û piştî têkçûna wê jî ewê berdewam be.

Ji bo vê çendé divê Frensa, ya parêzvanê mafê mirovan piştgirîya me di vê tekoşînê de bide.

Bi munasebeta sedsalîya peymana Sevrê, em weke komeleyên Kurdî li Frensa, partîyên polîtîk Kurd hemwelatîyên frensî-kurdî, kesayetên dîyaspora Kurd û dost û hevalên gelê Kurd bangî Frensa dikin ku ew di cîhanê de hêzek ji yên sereke ye, çi ji destên wê bê bike da mafên ku bi peymana Sevrê ji Kurdan re hatîye qebûlkirin cîbicî bibe û bi peymaneke nû y’a navnetewî, di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li gorî peymanên navnetewî mafê çarenûsî ji bo Kûrdan bête erêkirin.

Di pêvajoya îro de Frensa dikare ji bo başkirina rewşa gelê Kurd gavên konkret bavêje.

Li Sûrîyê: Em gazî Frensa dikin ku ji bo Sûrîya Paşerojê hewlan bide da Kurd di hemû giftûgoyan de bi nûnertîyên xwe beşdarbibin.

Li Tirkîyê: Em bangî Frensa û Yekîtîya Awrûpa dikin ku hewlbidin da Tirkîye bi Kurdan re li ser maseya giftûgoyan rûnê ji bo ku bigihêjin peymaneke rasteqîn ya ku mafên Kurdan yên rewa bêne garantîkirin.

Li Iraqê: Têkilîyên hevaltî yên xwirt di navbera Frensa û hukûmeta navendî ya Iraqê de hene. Em bangî Frensa dikin ku di navbeyna Iraq û hukûmeta herêma Kurdistanê de hewlbide ji bo çareserkirina pirsgirêkên rawestandî li gorî destûra bingehîn werin çareserkirin.

Li Îranê: Em ji Frensa dixwazin ku di nava dosyeya ambargoya navnetewî li dijî vî welatî de mafên rewa yên gelê Kurd bête zêdekirin û dardekirina keç û xortên Kurd yên ku sûcên biçûk kirine demildest bête rawestandin.

Daxwazîyên me ewçend heq in ku heta gelê Kurd negihêje mafên xwe yên bingehîn, ne li Rojhilata Navîn ne jî li Cîhanê aşitîyek aram û berdewam pêknayê.

Berêz Serokkomar, silav û rêz û hurmetên me qebûl bikin.

Xwedîyên îmzeyan;

Berpirsyarîyên partîyên Kurdistanî li Frensa :

· Partîya Demokrata Kurdistana Îranê- PDK-I Frensa

· Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR Frensa

· Partîya Sosyalîst a Kurdistan PSK Frensa

· Partîya Azadîya Kurdistanê PAK Frensa

· Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurdên Sûri PDPKS Frensa

· Partîya Yekîtîya Kurdên Sûri PYKS Frensa

· Partîya Yekîtîya Demokrata Kurdên Sûri PYDKS Frensa

· Partîya Demokrata Kurdistana Sûri PDK-S

· Partîya Çep a Kurd li Sûrî – Frense

· Associations Socio-Culturelles de Kurdistan ASK Strasbourg

Komeleyên Kurdî li Frensa :

· Komela HEBÛN, Paris

· Komela HÊVÎ, Caen

· Komela Kultura Kurdî Lyonê

· Komela Kultura Kurdî û Sporê Besançon

· Komela ROJÎKURD, Paris

Sazûmana Cîhanî ya Kurd - Frensa

Sazûmana Cîhanî ya Kurd - Almanya

Sazûmana Cîhanî ya Kurd – Swêd

Federasyona Komelên Kurdî li Danemark FKKD

Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Norweç FKKN


whatsapp-image-2020-08-10-at-3-11-03-pm-1.jpeg

whatsapp-image-2020-08-10-at-3-11-03-pm.jpeg

whatsapp-image-2020-08-10-at-3-11-04-pm.jpeg

file:///C:/Users/hp/Downloads/Name%20ji%20bo%20Sevres%20(7).pdf

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin