DEM Partî xwedî li ‘Cejna Komarê’ derket: ‘Komar a her kesî ye’

DEM Partî xwedî li ‘Cejna Komarê’ derket: ‘Komar a her kesî ye’

.

A+A-

 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê ji bo “29ê Çiriya Pêşîn Cejna Komarê” ya Tirkiyeyê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.

Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li ser hesabên xwe yên torên civakî peyam belav kirin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di peyama xwe de da zanîn ku "Komar a her kesî ye" û anî ziman:

"Komara ku 102 sal berê hat damezirandin, ne tenê awayekî birêvebiriyê bû, di heman demê de ji pirsa, em dê çawa bi hev re bijîn re bersiveke dîrokî bû.

Îro, di destpêka sedsala duyem de heman pirs li pêşiya me ye.

Komar a her kesî ye, eger her kes xwe tê de bibîne, digihêje armanca xwe.

Ji ber vê yekê em dibêjin, divê em demokrasî û komarê li hev bînin û welatî wekî subjektekî çalak were pênasekirin.

Divê em cudahî û dîroka xwe ya hevpar wekî dewlemendiyekê bibînin û Komara Demokratîk ava bikin.

Berpirsyariya me hemûyan e ku em sala 102yan a Komarê bi aştî û demokrasiyê bixemilînin."

"Li cihê ku aştiya civakî nebe, demokrasî nabe"

Tulay Hatîmogullariyê jî tekezî li ser wê yekê kir ku li cihê aştiya civakî nebe demokrasî nabe û li cihê ku demokratîkbûn nebe komar kêm dimîne û got:

"Di sala 102yan de ev rastî êdî nayê bipaşxistin.

Hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê hevparên wekhev ên jiyana hevbeş in.

Pêvajoya aştiyê ya ku 1ê Çiriya Pêşîn dest pê kir, derfetê dide me ku bi hev re Komara Demokratîk ava bikin.

Di vê çarçoveyê de, dem hatiye ku em pirsgirêka Kurdan ji qalibên ewlehiyê derxînin û li ser bingeha mafan û beşdariya tam bi muzakereyên demokratîk çareser bikin.

Werin em vê derfetê ji bo hemû gel û baweriyan, karker û kedkaran, xizanan, astengdaran, jinan, ciwanan û parêzvanên xwezayê bi hev re binirxînin.

Rêya me rêya aştiyê ye. Berpirsyariya me hemûyan e ku em Tirkiyeyeke azadiyan, ne ya qedexeyan, ya muzakereyê, ne ya pevçûnê ava bikin.

Eger sedsala me ya duyem li ser wekhevî, dadmendî û azadiyê bilind bibe, em dikarin siberojê bi dest bixin."

“29ê Çiriya Pêşîn Cejna Komarê” çi ye?

"29ê Çiriya Pêşîn Cejna Komarê" cejneke neteweyî ya Tirkiyeyê ye ku di salvegera ragihandina birêvebiriya Komara Tirkiyeyê ya 29ê Çiriya Pêşîn a 1923yan de tê pîrozkirin.

Her sal 29ê Çiriya Pêşîn li Tirkiye û Bakurê Qibrisê tê pîrozkirin.

Bi yasayeke ku sala 1925an hat derxistin, wekî “cejneke neteweyî” dest bi pîrozkirina wê hat kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Qibrisê 29ê Çiriya Pêşîn bi giştî roj û nîvekê betlaneya fermî ye.

Di wê rojê de li stadyuman merasîm tên lidarxistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin