Şam û Tel Avîv nêzî rêkeftinê ne: Hêzên Îsraîl, Amerîka û Sûriyê li Çiyayê Şêx belav dibin

Şam û Tel Avîv nêzî rêkeftinê ne: Hêzên Îsraîl, Amerîka û Sûriyê li Çiyayê Şêx belav dibin

.

A+A-

 Berpirsekî Îsraîlê ji Kanala El Erebiye re ragihandiye ku hevdîtinên di navbera welatê Tel Avîv û Şamê de berdewam dikin û ew nêzîkî rêkftinekê ne.

Berpirsê ku navê wî nehatiye eşkerekirin gotiye, rêkeftina di navbera herdu welatan de pêk were, wê weke rêkeftina 1974an be lê hinek guhertin jî tê de têne kirin.

Herwiha da zanîn ku li gorî rêkeftina nû dê leşkerên Îsraîl, Amerîka û Sûriyê bi awayekî hevbeş li ser Çiyayê Şêx belav bibin û got, “Amerîka ji Îsraîlê xwestiye ku dosyeya başûrê Sûriyê beriya dawiya vê salê bi dawî bike.”

Derbarê dosyeya Siwêdayê de jî El Erebiye bi zarê berpirsê Îsraîlî diyar kiriye: “Ew piştevaniya bangên cudabûnê li Sûriyê nakin û hikûmeta Sûriyê soza parastina Durziyan daye ku pêdviyên wan peyda bike.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin