PDK û YNKyê mercên xwe eşkere kirin

PDK û YNKyê mercên xwe eşkere kirin

.

A+A-

 Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo beşdarbûna hikûmeta bê ya Îraqê mercan datînin.

Ji bilî van her du partiyan, tenê Tevgera Nifşê Nû amadehiya xwe ya ji bo beşdarbûna hikûmeta Îraqê nîşan daye û soza “çareserkirina pirsgirêkan” dide dengderên xwe.

Her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê, PDK û YNK ji niha ve xwe amade dikin ku "bi hêz û giraniyeke zêdetir" beşdarî hikûmeta bê ya Îraqê bibin û çend xalan wekî mercên beşdarbûnê destnîşan dikin.

PDK û YNK tenê du partiyên Herêma Kurdistanê bûn ku di çarçoveya "Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê" de beşdarî avakirina kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî bûn û niha jî bi merc amade ne ku beşdarî hikûmeta bê bibin.

Di nav aliyên opozisyonê de tenê Nifşê Nû amadehiya xwe ya ji bo beşdarbûna hikûmetê nîşan daye lê heta niha ti mercek ji bo beşdarbûnê diyar nekiriye.

Mercên PDKyê

Partiya Demokrat a Kurdistanê dirûşma "Hevparî, Hevsengî û Lihevkirin" kiriye sernavê bangeşeya xwe ya hilbijartinê û ji bo beşdarbûna hikûmeta bê jî tekezî li ser bicihanîna van dirûşman dike.

Seroka Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Silêmaniyê Eşwaq Cafê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Mercê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo beşdarbûna hikûmeta bê, bicîkirina destûrê û madeyên destûrî yên bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne."

Pirsa maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê heta niha jî xaleke nakok a di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de ye.

Wekî ku Eşwaq Cafê dibêje, "Ev jî beşeke din a mercên Partiya Demokrat a Kurdistanê ne û divê hikûmeta bê maf û şayisteyên xelkê Kurdistanê bide."

Serok Barzanî 28ê vê mehê li Dihokê ragihand, "Bila destûr di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibe dadwer.

Eger destûr bibe dadwer ti pirsgirêk namîne lê eger mîzaca şexsî biryarê bide, pirsgirêk dê bimînin û mezintir bibin."

Hikûmetên berê yên Îraqê di karnameyên xwe de çend xalên girêdayî Herêma Kurdistanê bi cih kiribûn lê heta niha beşek ji wan nehatine pêkanîn.

Li gorî gotina Seroka Lîsteya PDKyê ya Silêmaniyê, bicihanîna xalên wan karnameyên berê beşeke din a merc û daxwazên Partiya Demokrat a Kurdistanê ye ku di nav wan de Madeya 140î û derxistina yasaya petrol û gazê hene.

Li gorî karnameya hikûmeta niha ya Îraqê ya ku 27ê Çiriya Pêşîn a 2002yan li parlamentoyê deng li ser hatibû dayîn, diviyabû pêşnûmayasaya petrol û gazê bihata amadekirin da ku parlamento deng li ser bide.

Ev 18 sal in reşnivîsa pêşnûmayasaya petrol û gazê ya Îraqê hatiye amadekirin lê ji ber nakokiyên siyasî heta niha yasa nehatiye derxistin û Kurd ji bo derbaskirina yasayê çavê xwe li xula nû ne.

Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê yê li Hewlêrê Rêbiwar Hadî ji Rûdawê re got:

"Ji bo beşdarbûna hikûmeta bê ya Îraqê dê çend mercên me hebin, yek ji wan derxistina yasaya petrol û gazê ya federalî ye."

Berbijêrê Partiyê di wê baweriyê de ye, "Eger derxistina yasaya petrol û gazê nebe beşek ji karnameya hikûmeta bê, hikûmet bi şandina pêşnûmayasayê û bicîkirinê neyê pabendkirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê beşdarî wê hikûmetê nabe."

Partiya Demokrat a Kurdistanê di karnameya xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de soza "xebata ji bo derxistina yasaya petrol û gazê li gorî madeyên 111 û 112an ên destûra herdemî ya Îraqa federal" dabû ku yekem reşnivîsa wê ji sala 2007an ve hatiye amadekirin.

Mercên YNKyê

Serokê Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya Hewlêrê Herêm Kemal Axa ji Rûdawê re axivî û got:

"Daxwaza Yekîtiyê ew e ku pirsgirêkên li gel Bexdayê di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.

Pirsgirêka Yekîtiyê ne post e, belkî pirsgirêka wê ya hevpariya rasteqîn heye da ku bikaribe di biryarên siyasî û aborî de hevpar be."

Derbarê helwesta partiya xwe ya ji bo kabîneya bê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Herêm Kemal Axa dibêje:

"Serkirdatiya Yekîtiyê heta ku piştrast nebe ku dê di hikûmeta bê ya Îraqê de bibe hevparekî rasteqîn, beşdarî hikûmetê nabe."

Berbijêrê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yê li Silêmaniyê Xerîb Ehmed ji Rûdawê re ragihand:

"Bicîkirina wan yasayên ku ji Parlamentoya Îraqê derdikevin dê bibe beşeke sereke ya mercên Yekîtiyê ji bo beşdarbûna hikûmetê."

Rastkirina rêça hikumraniyê û hevpariya rasteqîn a li gel Bexdayê dê bibe beşek ji daxwazên Yekîtiyê ji bo hikûmeta bê di dabînkirina maf û şayisteyên xelkê Herêma Kurdistanê de."

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di karnameya xwe de derbarê avakirina hikûmetê de amaje pê kiriye ku mebesta wê ew e ku li ser bingeha berjewendiyên hevbeş di çarçoveya destûr û lihevkirin û lihevtêgihiştineke niştimanî de pirsgirêkan li gel hikûmeta federal çareser bike û bigihîje encameke dawî li ser pirs û şayisteyên darayî yên taybet bi mûçexwaran.

Nifşê Nû ti merc ji bo beşdarbûnê diyar nekiriye

Tevgera Nifşê Nû tenê hêza siyasî ya li derveyî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku amadehiya xwe ya ji bo beşdarbûna hikûmeta bê ya Îraqê ragihandiye.

Tevgerê heta niha ti merc ji bo beşdarbûna hikûmeta bê ranegihandiye.

Di wê karnameya ku derbarê beşdarbûna hikûmetê de belav kiriye jî ti xalek wekî merc diyar nekiriye.

Nifşê Nû tenê amaje pê kiriye, "Em dê di nav Encumena Wezîrên Îraqê de pirsgirêkê welatiyên Herêma Kurdistanê çareser bikin."

Kurd û hikûmetên berê

Piştî sala 2003yan, PDK û YNKê bi nûnertiya Kurdan beşdarî hemû kabîneyên hikûmeta Îraqê bûne û niha jî amade ne beşdarî hikûmeta bê bibin.

Nûnerên Kurdan li Bexdayê di heyama 20 salên borî de çendîn babet wekî daxwazên Kurdan di karnameyên hikûmetan de bi cih kirine lê beşek ji wan heta niha nehatine cîbicîkirin.

Bicîkirina Madeya 140î ya destûra Îraqê ya ku taybet e bi deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, derxistina yasaya petrol û gazê û hevpariya rasteqîn li Îraqê sê babetên sereke ne ku Kurd daxwaza cîbicîkirina wan dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin