Ji derhênerê kurd Kazim Oz re 15 sal zîndan tê xwastin!

Ji derhênerê kurd Kazim Oz re 15 sal zîndan tê xwastin!

Serdozgeriya bajarê Diyarbekirê daxwaza 15 sal zîndan ji bo derhênerê kurd Kazim Oz dike, bi tohmeta “endamtiya PKKê”.

A+A-

Li gorî medyaya Tirkiyê, nehemîn dadgeha cezayê giran ya Diyarbekirê îro gilînameya ku serdozgeriya Diyarbekirê li dijî derhênerê kurd Kazim Oz amade kiribû, qebûl kir. Bi vî rengî dadgehîkirina Kazim Oz bi fermî dest pê dike.

Di gilînameya serdozgeriyê de Kazim Oz bi endamtiya PKKê tê tohmetbarkirin û jê re 7 sal û nîv heta 15 salan zîndan tê xwastin. Eger dadgeh wî mehkûm bike dê bikeve zîndanê.

Rojnameya Sabah, ku nêzîkî AKPê ye, îro bi tundî êrişî Kazim Oz kir û buxtan li wî da ku qaşo “daxwaza lêborînê ji PKKê kiriye!”

Derhênerê kurd Kazim Oz, xelkê bajarê Dêrsimê ye û bi fîlmên xwe yên bi navê “Fotograf”, “Bahoz” û “Zer” navdar bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin