Ji bo gora Seîdê Kurdî dadgehê biryareke nû girtin

Ji bo gora Seîdê Kurdî dadgehê biryareke nû girtin

.

A+A-

Baroya Rihayê di 12'yê tîrmeha 2017'an de ji bo cenazeyê Seîdê Kurdî ku winda ye seri li Walîtiya Rihayê dabû û ji walîtî xwestibû arşîv û belgeyên heyî teslîmê wan bike. Walîtiya Riha nêzî du sal paşê, roja 18'ê avrêla 2019'an sedziv da û diyar kir ku tu belge û agahî di arşîva wan de nîn e.

Piştî ev daxwaz hat redkirin Baroya Rihayê vê carê li 1'emîn Dadgeha Îdarî doz vekir lê dadgehê bi sedema mafê baroyê ku dozeke wisa veke nîn e, doz red kir.

Li ser vê vê yekê parêzer Murat Aydeniz û Nurullah Kuçukoglu ev biryara betalkirina dadgehê bir cem Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Entabê. Vê dadgehê biryara Dadgeha Rihayê şaş dît, xwest ew dadgeh careke din dozê veke, loma daxwaza parêzeran şand ber 1'emînh Dadgeha Îdarî ya Rihayê.

Dadgeha Herêmî ya Entabê di biryara xwe de got ku baro ku saziyeke raya giştî ye, di heman demê de parêzvana mafê mirovan e, sûcên ku tê îdîakirin li hemberî kesek an hin kesan hatine kirin dikare li ser navê wan dozê veke.

Dadgehê ji 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê xwest biryara xwe betal bike, dozê ji nû ve bigire dest. Niha doz dê dîsa here Dadgeha Rihayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin