Ji Amerîkayê li dijî Hizbullahê 10 milyon dolar xelat

Ji Amerîkayê li dijî Hizbullahê 10 milyon dolar xelat

Amerîkayê li dijî Îranê ji ser Lubnanê jî gavek avêt û ragihand ku ew kesayet û sazîyên agahîyên ku karibe tora aborî û darayî ya Hizbûlahê birûxîne bide Amerîkayê, heta bi 10 milyon dolarî xelat bike.

A+A-

Piştî sepandinên li dijî nefta Îranê û rakirina bexşbarîya ji ser 8 welatan, Amerîkayê, pengaveke din a li dijî Îranê, ji ser Lubnanê jî avêt.

Amerîkayê ragihand, ew kesayet an sazîyên ku agahîyên ku bikaribe fînansmana Hizbulaha hevkarê hikûmeta Lubnanê birûxîne, dê heta 10 milyon dolarî bêne xelatkirin.

Herdu Wezaretên Darayî û Karên Derveyî yên Amerîkayê bi daxuyanîyeka hevpar ragihand ku ew kesên ku alîkarîyê bo tespîtkirina kes û sazîyên ku pere bo Hizbullahê dibexşînin, sazîyên ku karûbarên darayî bo Hizbullahê hêsantir dikin, kompanî û hesabên bankayî ku ji alîyê Hizbulahê ve têne kontrolkirin û dibin navbeynkar, dê bêne xelatkirin.

Hêjayî gotinê ye ku doh Amerîkayê ragihand ku ew bexşbarîya sepandinên li dijî Îranê bo 8 welatan dubare nake ku Tirkîye jî tê de bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin