Ji 11 fîlmên xelatwergirtî 5 jê fîlmên kurdî bûn!

Ji 11 fîlmên xelatwergirtî 5 jê fîlmên kurdî bûn!

Di Pêncemîn Mîhrîcana Fîlman a Babel a Navneteweyî de, ji 11 fîlmên ku xelat wergirtin 5 jê fîlmên kurdî bûn. Derhêner Veysi Altay got ji gelek welatan beşdarî mîhrîcanê hebûye lê eleqeyeke zêde bo filmên kurdî hebûye.

A+A-

Pêncemîn Mîhrîcana Fîlman a Babel a Navnetewî li Girava Sardînya ya Îtayayê hat lidarxistin.

 
5 fîlmên kurdî xelat wergirtin. Ji gelek welatan nêzî 70 fîlm tev li mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de bi giştî 11 fîlman xelat wergirtin. 
 
Fîlmên kurdî ku xelat wergirtine:
 
Xelata Belgefîlma Herî Baş: "Nûjîn" (Veysi Altay)
 
Xelata Taybet a Jûriyê: "Binxet" (Luigi D'alife yê îtalyan)
 
Xelata Rasteqîniyê:  "Bîra Min Têtin" (Selîm Yıldız)
 
Xelata Cîhanê: "Helebçe" (Ekrem Heydo)
 
Xelata Kurtefîlma Herî Baş: "Silence-Bêdengî" (Farnoosh Samadi û Ali Asgarî)
 
Derhêner Veysi Altay got ku ji Bask, Katalonya, Îrlanda, Filîstîn, Rojhilata Navîn, Kurdistanê û gelek welatên din mirov tev li mîhrîcanê bûbûn û di mîhrîcanê de eleqeyeke zêde ji bo fîlmên kurdî hebû. 
 
(ma)
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin