Jeffrey: Li ser sînorê Tirkîyê dê YPG nîn be

Jeffrey: Li ser sînorê Tirkîyê dê YPG nîn be

James Jaffrey: Em digel Tirkîyê, li ser avakirina herêmeke ewle li ser sînor dixebitin ku tê de YPG tune be lê herwiha em naxwazin hevpeymanên me yên HSDyî ku hin kurd jî tê de ne sepandineke xerab ji kesekî bibînin.

A+A-

Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûrîyê James Jeffrey ragihand ew bo bakûrê Sûrîyê  li ser formûleke dixebitin ku hem Tirkîyê hem jî hem kurdan memnûn bike. Jaffrey got ew li ser avakirina herêmeke ewle kar dikin ku tê de YPGyî wê tune bin, lewre ew Qendîleke duyem naxwazin.

Jaffrey li Washîngtonê agahî dan rojnamevanan û got "Em bi Tirkîyê re, li ser avakirina herêmek ewle li kûrahîya ser sînorê Sûrîyê dixebitin ku tê de wê YPG cih negire. Lewre Tirkîyê ji têkilîya YPGê ya bi PKKê re aciz e û em jî vê yekê fêm dikin. Serok Trumpî bi zelalî ev yek ji Erdoganî re rave kir."

EM NAXWAZIN ZIRAREKÊ BIGIHÎJE HSDÊ

Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûrîyê James Jeffrey herwiha eşkere kir ku ew li formulekê digerin ku hemû alîyan qebûl bikin û wisa pê de çû: "Lê em naxwazin ku hevpeymanên me HSD ku hinek ji wan kurd in, ji hin alîyan ve sepandinên xirab bibînin. Ji ber vê yekê, em li formûlekê digerin ku hemû alî qebûl bikin."

Jeffrey herwiha anî zimên ku, hêzên Amerîkî ku dê li Bakûrê Sûrîyê bimînin, erka xwe ya têkoşîna li dijî DAIŞê berdewam bikin û wisa got:

"Em ne li pey 'hêzeke aştîyê' ne. Em ji personelên Hevpeymanê daxwaz dikin ku alîkarîyên xwe bo têkbirina DAIŞê berdewam bikin. Bersivên erênî di vî warî de me wergirtin. Lê, peywir, têkbirina DAIŞê ye, ne birêvebirina herêmeke ewle ye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin