Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 35 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 35 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 35 Mîlyon Derbaz Kir

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 35 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 35,163,114 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 7,4 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 6,6 mîlyona pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,037,114 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 209,725 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 146,352 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin