Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 30 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 30 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 30 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 30,003,378 kes bi vîrusa korona ketine.

A+A-

 

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 30 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 30,003,378 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 6,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine. Li dû Amerîka bi pirtir ji 5 mîlyon pêketîyên vîrusa korona Hîndistan, li dû wê jî bi 4,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 942,989 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 197,554 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 134,106 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,736 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin