Hejmara 56an a Le Monde diplomatique kurdî derket!!!

Hejmara 56an a Le Monde diplomatique kurdî derket!!!

Hejmara 56an a Le Monde diplomatique kurdî derket!!!

A+A-

Hejmara çirîya pêşîna Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 56an ji xwendevanên kurdî re careke din got merheba.

Xwendevanên rojnameyê, di vê hejmarê de, dê bikaribin gotar û analîzên wekî; li ser rewşa Libnanê, cûnteya leşkerî ya Malîyê, cenga jeopolîtîk a li derdora G5ê, lihevnekirina Çîn û Hindistanê ya di derbarê Hîmalayayê de û hwd. bixwînin.

Lmd-kurdî, herweha di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye du gotarên gelek girîng û balkêş ên akademîsyênên kurd Mehmet Kurt a bi sernavê ''Ji bo yekîtîya kurdan sê pêşnîyar'' û ya Yaşar Abdülselamoğlu bi sernavê ''Nêrînên sexte ên li ser Kurdan ku rojekê hilweşin''. Herweha, hevpeyivîna ku Jînda Zekioğlu bi sînemavan Soner Sert re di derheqê sînemaya kurdî û tesîra bêdewletîyê ya li ser sînemaya kurdî de çêkirîye jî balkêş e.

LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi tabloyên wênesazê kurd Bahaîden xemilandîye. Hunermendê vê hejmarê ji başûrê Kurdistanê ye û niha xebatên xwe yên hunermendîyê li Almanyayê didomîne.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

Web: www.diplo-kurdi.com

Facebook: Le Monde diplomatique kurd

Twitter: @Diplo_Kurdi

Instagram: diplo_kurdi

E-Mail: [email protected]

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin