Hejmara 20an a Kovara Dilopê derketiye

Hejmara 20an a Kovara Dilopê derketiye

.

A+A-

Kovara Dilopê di vê hejmarê de dosyayek li ser “Raperîna Nan a Diyarbekirê ya sala 1880an” amade kiriye.

Hejmara 20an a Kovara Dilopê ya ku her du mehan carekê bi kurdî û tirkî nivîsan diweşîne derketiye.

Kovarê di vê hejmarê de dosyayek li ser “Raperîna Nan a Diyarbekirê ye sala 1880an” amade kiriye. Ozge Ertema akademîsyen ev raperîn bi nêrîneke alternatîf nirxandiye. Ertemê di nivîsa xwe de gotiye ku “ji her dorhêlê gelê Diyarbekirê li dijî buhabûnê û xizaniyê li hemberî serdestan bi hev re serî hildaye.”

Di dosyayê de hevpeyvîna Înanç Yildizî bi Yuksel Gençê re kiriye heye. Yüksel Genç ku Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadî ya Sosyo-Polîtîk e, gotiye ku “Stenbol jî tê de li 33 bajaran serjimar kêm bûye lê li bajarên Kurdistanê zêde bûye û ev jî dê xizanî û newekheviya aborî ya li herêmê girantir bike.”

Barış Avşar weke hejmarên borî behsa mîtolojiyê kiriye. Avşar vazoyek daye ber xwe kus ê hezar sal berê li bajarê Ûrûkê hatiye çêkirin. Avşarî gotiye, motîfên vazoyê nîşan dide ku ka insanên wê demê çavkaniya jiyanê û çerxa jiyanê bi çi awayî fêm kirine.

Mesut Alpê arkeolog jî li ser Tofana Nuh nivîsiye: Çi tofan e? Weke her car xwestiye ku lingên vê mîtê jî pêhn li erdê bikin. Alpî diyar kiriye ku ev mît ne tenê ya vê herêmê ye û bi mînakan nîşan daye ku li gelek deverên dinyayê ev mît heye û berî olên yekxwedayî jî ev mît tê zanîn.

Tahirxan Giravî berhema Sofoklîs a bi navê Antigone wergerandiye kurdî. Zelal Sahidenur Sarı ligel wî hevpeyvînek kiriye. Giravî behsa serpêhatiya xwe ya hînbûna yewnanî, wergerên klasîkên yewnanî bo kurdî kiriye û sedema wergerandina Antigoneyê diyar kiriye.

Di vê hejmarê de Recep Maraşlı li ser ‘tezeke’ nijadperest a Tirkiyeyê nivîsiye û pirsiye: “Ecacoka ku ji Asyaya dûr rabû çi anî bi xwe re?”

Her weha hevpeyvîna Reşo Ronahiyî bi Mûrat Bayramî re li ser rojnamegeriya edebî kiriye yek ji nivîsên din ên vê hejmarê ye.

Di hejmara dawî ya kovarê de Mehmet Bayrakî li ser Yılmaz Guneyî, Ayhan Erkmenî li ser Osman Sebriyî, Mela Mihyedînî li ser Seyadê Şamê, İsmail Beşikçiyî li ser kitêba Berjîn Hakiyê ya bi navê Alizade nivîsîne. Weke din Arif Aslan, Ali Yavuz, Sezai Sarıoğluyî û Elif Eserê bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cî girtine.

Selim Temo, Firat Keklîk, Reyhan Sarhan û Muslum Aslanî helbestvanên hejmara dawî ne. Fewzî Bîlge jî bi wêneyê xwe rûpelên vê hejmarê jî xemilandiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin