Guneştekîn: Naveroka peşangehê ji bîrdanka 100 salan ya vî welatî ye

Guneştekîn: Naveroka peşangehê ji bîrdanka 100 salan ya vî welatî ye

.

A+A-

 Li Birca Keçê ya Kela Diyarbekirê, ji nav welat û derveyî welat bi hezaran welatî serdana pêşangeha Şêwekarê navdar Ahmet Guneştekîn ya bi navê ‘Jûra Bîrê’ dikin. Ahmet Guneştekîn ragihand ku ew şanaz e ku li bajar û taxa xwe vê pêşangehê raxistiye. Beşdarên ku serdan kirin jî anîn ziman ku ew bi meraq hatine û li pêşangehê birdanka xwe taze kirine.

Li ber birca Keçê ya Kela Diyarbekirê bi hezaran welatî, ketine rêzê ku serdana pêşangeha Jûra Bîrê ya şêwekarê bi nav û deng Ahmet Guneştekîn bikin. Ahmet Guneştekîn li pêşangehê bi kesên ku serdan kirin re sohbet kir û wêne kişand.

Ahmet Guneştekîn ji bo Kurdistan24 ragihand ku ev der welêt, bajêr û taxa wî ye, loma jî li Diyarbekirê pêşwazî kirina welatiyan hêsteke ciyawaz e. Guneştekîn anî ziman ku bi hunera xwe hewla zindî hiştina bîrdankê dide û di vê pêşangehê de jî, cî daye çîrokên girîng ku di sed salên dawî de pêkahtine. Guneştekîn anî ziman ku pêşangeh ji beşên cuda pêk tê, lê hemû beş bi hev ve girêdayî hatine hunandin.

Şêwekarê Ahmet Guneştekîn ji K24ê re got: “Ez ji Batmanê me, lê Diyarbekir jî bajarê min e. Loma jî li vir lidarxistina pêşangehê girîng e. Ez wan şiyan, pêzanîn û dewlemendiyên xwe ji welatê xwe re deyndar bûm û niha wî deynê xwe didim. Ev der mala min e, malbata min e, taxa min û bajarê min e û ez tu car jê qut nebûm. Naveroka peşangehê ji bîrdanka 100 salan ya vî welatî pek tê. Ciyê pêşangehê yanî kela Diyarbekirê wate li pêşangehê zêde dike. Bûyer û zilmên ku li vê erdnîgariyê pêk hatine divê neyên jibîr kirin û mebesta pêşangehê jî bibîranîn û bibîrxistin e. Li pişt min windayî û dayîkên wan bibîr tîne, li pêşberî me ‘tunebûn’ heye ku buyerên serdema xendekan bibîr tîne, dîsa înkar û qedexeya alfeba û zimanan, qetlîamen komî ku hatine kirin û êşên ku li zindana Diyarbekirê hatine kişandin û hwd. çirokên vê erdnîgariyê tên bibîrxistin.”

Ji nav welêt û derveyî welêt bi hezaran kes ji bo ku serdana pêşangehê bikin hatine Diyerbekirê û ew jî bi kêfxweşî û şanazî behsa pêşangehê dikin.

Nazan Sarica jî ji Edeneyê taybet ji bo pêşangehê hatiye û tîne ziman ku bi meraq dest bi gera pêşangehê kiriye û bi nujenkirina bîrdanka xwe jî xilas kiriye.

Nazan Sarica dibêje: “Ez jixwe Ahmet Guneştekîn bi baldarî dişopînim û ji Edeneyê taybet ji bo vê pêşangehê hatibûm. Niha jî me bîrdanka xwe taze kir û vedigerin. Tu kesek ku ji bo serdana vê pêşanehê were poşîman nabe, ji ber ku her aliyê xwe ve me bibîra me tîne.”

Miraz Guven jî, ji Wanê hatiye serdana pêşangehê û tîne ziman ku ji bo serdemên ku em dizanin û yên beriya me jî pêşangeh wek qada bibîranînê ye.

Miraz Guven got: “Li ser medya civakî me Mamoste Guneştekîn dişopand û pêşangehên wî yên li dderveyî welat û ya li Stembolê dizanim. Lê li ser medya civakî zanîn û hatin û dîtin jihev gelek cud ne. Dema ku mirov li ser sûrên Amedê, li tunela ku zindanê bibîr tîne û li nav wan çîrokên ku bi ser gelê me de hatine geriyan; em çûne wê demê. Kutedemek be jî mirov wê serdemê li ser xwe hest dike. Loma jî mirov xemgîn dibe, lê mirov kêfxweş jî dibe ku ew tiştên ku bi sere civakê de hatine nehatine jibîr kirin û kesên ku nizanin jî êdî pê dihesin. Loma jî ciyê xweşîyê ye ku em hatine pêşangehê.”

Pêşangeha Ahmet Guneştekîn ya bi navê Jûra Bîrê dê heta 31’Ê Kanûnê raxistî bimîne. Pêşangeha ku bi hevkariya Jûra Pişesazî û Bzirganiya Diyarbekırê hatiye lidarxistin, bi baldariyeke zêde û bi girseyî serdan lê te kirin. Tê çaverêkirin ku bi 10 hezaran welatî serdana pêşangehê bikin.

Bi hezaran kes ji bo serdana pêşangeha jûra bîrê li ber sûrên Diyarbekirê ketine rêze

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin