“Gotarên Redaksîyona Kurdî” cildê 2yem hatîye çapkirin

“Gotarên Redaksîyona Kurdî” cildê 2yem hatîye çapkirin

Weşanxaneya Rûpelê piştî cildê 1em ê pirtûka “Gotarên Redaksîyona Kurdî” niha jî cildê 2yem ê pirtûkê çap kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kovara Le Monde Diplomatique piştî demeke dirêj wê dîsa dest bi weşana xwe bike. Le Monde Diplomatique Kurdî bireya niha li ser hev 48 hejmar derketine ku 30 ji wan çapkirî yên mayî dijital in.

Weşanxaneya Rûpelê berîya niha beşek ji gotarên bi kurdî yên di vê rojnameyê de hatine nivîsandin weke pirtûk çap kiribû. Navê pirtûkê jî kiribû “Gotarên Redaksîyona Kurdî”.

Heman weşanxane demeke berê nivîsên din ên heman redaksîyonê di cilda 2yem de kom kirîye û weşandîye.

Di pirtûkê de nivîsên gelek nivîskarên bi nav û deng hene ku Hamit Bozarslan, Salîmê Casîm, Khoshawe Kamal Muhammed, Cemil Gundogan, Mesut Yegen, Mehmet Bayrak, Ismail Beşikci, Dr. Kemal Sado û Mahmût Kilinç hinek ji wan in.

Nivîskarên di cîldê yekem de ev in

Di cildê yekem de jî nivîsên Ahmet Dere, Birgit Cerha, Cemal Barut, Cewher Namiq Salim, Dogan Akkoyunlu, Ebdurrehman Sidiq, Faysal Dagli, Ferhad Îbahîm, Gulistan Gurbay , Hejarê Şamîl, Îbahîm Seydo Aydogan, Îlhan Kizilhan , Îsmail Beşikçî, Kemal Sido, Kurtuluş Tayiz, Lokman Turgut, M. Malmîsanij, Merwan Osman, Mesut Yegen, Mithat Sincar, Munzur Çem , Nebî Kesen, Orhan Miroglu, Osman Aydin, Perwer Yaş, Reşad Özkan, Riza Dinç, Selim Temo, Şaro îbrahîm Garip, Taner Akçam, Zekine Turkerîyê hatibûn berhevkirin.  

Ji % 75ê kovarê wergerên Le Monde Diplomatîque a fransî ne, ji %25ê mayî jî ji alî redaksîyona kurdî dihat nivîsîn an jî ji hin niviskarên kurdî dihat xwestin.

Pirtûka “Arşîva Bîra Kurdan” jî hatibû çapkirin

Weşanxaneya Rûpelê ji 17 gotarên dûr û dirêj ên li ser pirsa Kurd û Kurdistanê ne bi navê Arşîva Bîra Kurdan jî weşandibû ku ji arşîva Le Monde Diplomatique a fransî hatibûn hilbijartin. Ev gotar ji alî endamên redaksîyon û wergerên Le Monde Diplomatique ya kurdî hatine wergerandin bo kurdî.

Gotarên têde li ser mijara kurdî ya ji salên 60î heta salên 80yî ne. Gotarên gelek nivîskar û lêkolînerên bi nav û deng yên wek Jean Pierre Viennet, Chris Kutschera, Anna Helena Ghasemlou, Elizabeth Picard, Christiane Moore, Kendal Nezan û hîn gelekên din di vê pirtûkê de cih digirin.

Bîanet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin