GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-1

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-1

Lê ligel vê jî çi nûçûyên van bûyerên bi xwîn yên cîhanê wek tiştekî bizdandinê nediketin nav hişên min

A+A-

Dema ez cara yekem rastî navê bajarê Stockholm hatim qe neket bala min ez ê rojekê vî bajarî bibînim, hele hîn hatina wir wek mêvanekî Akadêmiya Swêdî û Sazmendiya Xelata Nobel li aliyekî.  Di wê dema ez behsê dikime de tiştekî wisa li derveyê xewn û xeyalên min bû.  Di salên 1940an de, dema ez mezinê zaroyên malbeteke li herêmeke gundî ya devera Derry bûm, malbeteke ku hejmara endamên wê her zêde dibû, em hemî di sê odeyên xaniyekî kevneşopînî sersapîn de kome ser hev bû bûn û jiyana me li wir yeke ji şêweyên tenêmayîn û dûrbûnê bû ku em kêmzêde ji bandora atifî û rewşenbîrî ya cîhana derve dûr hîştibûn.  Cîhana me yeke biçûk û teng bû ku tê de dengên şevê, wek yê hespa di axurê li kêleka odeyekê de, tev li dengên axaftina mezinên di mitbaxa li kêleka odeyeke din de dibûn.  Gotinê naxwaze ku haya me ji hemî dengan hebû - yê barana bi ser daran de dihate xwarê, mişkên li banê û papora ji zeviyê li paş xênî wê de li ser xeta heseinî di rê de - lê haydariyeke wekî ya lawirine di dema zivistanê de ditezin bû.  Di vê dema wekî yeke pêşdîrokî û pêşhaydariya seksuel (cinsî) de, em di navbera kevnedem û nûdemê de wisa hestnazik û bandorgir bûn, wek ava satila di odeya me ya firaxşuştinê de, ava her ku trêneke derbas dibûyî erd dihejand serbeşê wê bi şêweyeke nazik û bêdengiyeke bêhempa dilerizî.

 

Lê ligor me ne tenê erd diliviya:  bayê li doraliyên me û li jor me jî zindî bû û em haydare xwe dikirin.  Dema bayî darên narewanê dilivandin di heman demê de antênek jî dilivand, ya ku bi çemelê herî jorîn yê dareke şembelotê ve hatibû girêdan.  Antênê bi rêya têla ku xwe bi rêya qulika di quncekî pencereya mitbaxê de hatî çêkirin digîhand navîna radyoya me dengek dixist wê û cixevixeke kurtedemî rê li pêş dengê pêşkêşerê nûçeyên BBC (British Broadcasting Service- Dezgeha Brîtanî ya Ragîhandinê: Wergêr) yê ku bûyerên mirov ne li benda bihîstina wan bû radigîhandin, wek qudreteke ji xeybê.  Û me ew denga jî ji odeya razanê dibihîst, xwe ji paş û ser dengên mezinên li mitbaxê re digîhand me, her wekî ku me gellek caran dengê vîzevîza têlên telegrafê ji ser hemû dengan re dibihîst, dengê qebe yê zirav, ku kodên Morse yên telegrafî ji aliyekî şûnekê digîhandin yekî din.

 

Me nav û peyvên cîranan, yên ku bi zaravayê herêmî yê bav û diya me dihatinî ser zimanî dibihîstin, lê di heman demê de navên bombedaran û bajarên hatinî lêdan bi îngliziya pêşkêşerê nûçeyan yê dengzengilîn digihîştin guhên me, herweha nûçeyên derbarê şer, tabûrên leşgeran, hejmara firrokên ketinî, dîlên hatinî girtin, miriyan û serkeftinan de; û peyvên din jî, gotinê naxwaze, diketin guhên me, ew peyvên ceddî ku tiştekî seyr e çawa bi hev û din ve girêdayî ne, wek peyvên “neyar” û “hevalbend”.  Lê ligel vê jî çi nûçûyên van bûyerên bi xwîn yên cîhanê wek tiştekî bizdandinê nediketin nav hişên min.  Ger tiştekî nebixêr di naveroka ragîhandinên xwendevanê nûçeyan de hebûya jî, haydariya me ji wê yekê, wekî ku ketibe bin bandora bencê, ji tehlûkeya pê ve girêdayî nebû; û ger tiştekî lomejêkirinê derheqê nezaniya me ya siyasî ya wê dem û şûnê de hebe jî, encama wê yekê ji bo min bi xwe tiştekî baş bû, ji aliyê xwedîtina di nav rewşeke asayişî de.

 

Bi gotineke din, bo min dema şer yeke pêş têgihîştina ramanî bû; herweha pêş têgihîştina wêjeyî û bi encamê ligor xwe demeke pêşdîrokî bû jî.  Dû re, bi derbasbûna salan re, dema guhdlêdana min bû yeke bi mebest, min dest pê kir rabim ser milê kenebeya me ya mezin da ku bikaribim dengê radyo baştir bibihîsim.  Lê hîn jî tiştê bala min dikişand ser xwe ne nûçe bûn; ez li dû heyecana di serpêhatiyan de bûm, wek yên di xeleka zincîra serpêhatiyên polîsekî înglizîyî yê bi navê Dick Barton de, yan cergbaziyên bokepîlotekî hêzên înglizî yê bi navê Biggles, ku ji pirtûkeke pîlot W. E. Jones ji bo radyo hatibûn adaptekirin.   Nuha ku zarokên din xort bû bûn û tiştên di mitbaxê de cîh digirtinî bêtir bû bûn, divabû ez xwe nêzike radyo bikim da ku guhên xwe baş bidimê, û bi encama vê nêzikbûna ji derziya wê ez fêrî navên dezgehên biyanî bûm, wek Leipzig, Oslo, Stuttgart, Warso, û bêguman Stockholm.

 

Ez herweha fêrî guhdana li kurtebeşine ji zimanên biyanî bûm ku di dema livandina derziya radyo di navbera dezgeha BBC û ya Radyoya îrlendê de, di navbera şêwegotina London û ya Dublin de, diketin guhên min; û tevî ku ez di destpêkê de nedigihîştim xwebêja gotinên dihatin kirin jî, gotinên bi dengên ji zimanên ewropayî yên ji zengulokê dihên der, yan bi hîsînî ne, bi bihîstina wan re rêwîtiya min ya ber bi cîhana fireh û dûr êdî dest pê kiribû.  Ev yeka ji bo min herweha bû destpêka rêwîtiyeke di nav firehiya zimanî de, rêwîtiyeke ku tê de her gihîştina mebestekê - hem di warê helbestê û hem di warê jiyanê de – (li şûna ku bibe xwegîhandina mebesta dawîn) dibû hîmekî gavpêşveavêtinê, û ew rêwîtiya ye ku ez nuha gîhandime vê qonaxa serbilindiyê.  Lê va sehneya ji hîmekî gavavêtinê bêtir hestê xwedîtina li navendeke asîmanî li nik min diafirîne, û ji ber vê sedemê ye ku ez di jiyana xwe de bo yekemcar ew fersenda nerxbilind didim xwe ku li ser bayî bimeşim.

 

(Wergerandina ji înglizî: Shahînê Bekirê Soreklî)

Wê bidome...

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin