Filîmek ji kezebê: Govenda Zîn û Elî

Filîmek ji kezebê: Govenda Zîn û Elî

.

A+A-

Sedat Bariş 

Derhêner çiqas zaza be jî kurmancî di çîroka xwe de cîh kiriye û ev jî serkeftinek e. Filîm di erdnigariya kurdan de derbas dibe û ji xeynî kurdî, bi kîjan zimanê bihata kişandin ewqas bandor nedida.

Merheba ji we hemuyan re. Ji vir pêva heya destê min we re, zimanê min biguhere ezê ji we re bi taybetî rexnedarî ya hunera kurdî bikim. Nivîsa xwe ya yekem de ez dixwazim filîmek di salê dawî de kurdî hatiye kişandin bi filîma Govenda Zîn û Elî dest pê bikim.

Senarîst û derhênerê filîmê Mehmet Alî Konar e. Suat Usta, Maryam Boubanî, Korkmaz Arslan, Diman Zandî, Abdullah Tarhan, Mehmet Guzel jî lîstikvan in. Film 2021ê de derket pêşberê temaşevanan û festîvala filman ya Adana de Xelata Yilmaz Guney û di festîvala Stenbolê de jî xelatên SÎYADê girt.

Her xebat hêja ye lê xelatek bi navê Yilmaz Guney girtin, kelecaniyê dide mirov û kelecanek mezin da me temaşivan jî. Di serî de kesên ev filîm temaşe nekiribe, ez pêşniyar dikim ku bila temaşe bikin. Jixwe filîmê kurdî an jî mijarên wan li ser kurdan, yên saxlem derdikeve bi hejmaran tiliya ne. Emê van sedeman jî di nivîsek din de bînin ziman.   

ZÎN VÊ DEFINKIRINÊ BÊDENG QEBÛL NAKE

Mijara filîmê; Elî şervanek ciwan e û Stenbolê de li aliyê hêzên dewletê ve hatiye înfazkirin û meytê wî jî aliyê malbata wî anîne gund û li wir hatiye defînkirin. Heya vir em di filîmê de dibîzin. Ji bo malbatê êşek mezine lê dayika Elî, Zîn vê definkirinê bêdeng qebûl nake û dixwaze ji kurê xwe re merasîmek mezin bi govendê çê bike û wîsa bibîr bîne. Malbat û cîran vê daxwaza dayika Zîn re şaş dibin û li hember derdikevin. Yek jî ji ber tirsa dewletê!   

Erê em dikarin bêjin ev çîroka şînê ye jî. Her mafê kesên yê şîna xwe girtin heye û dayika Zîn jî ji bo vê mafê xwe bîne cîh tekoşînek mezin dide.

Kurê Zîn Îsa: Dayê ji bo xwedê tu dixwaze çi bike?
Kurê din: Dayika Zîn ne baş e.
Mele: Ne caîze ne caîz.

Çiqas dibêjin jî dayika Zîn ji daxwaziya gavek şûn ve navêje û ji kurê xwe yê Îsa ra wiha dibêje; “Dinya êdî roj e an jî tariye nizanim kurê min. Alikariya min bike’’

ÎSA LÊDANÊN QEREQOLÊ PÊŞÎN QEBÛL DIKE

Îsa îkna dibe û dibêje: “Mesele ne êdî meseleya aqil e, ev mesele meseleyek dil e jî êdî.” Îsa, lêdanên qereqolê pêşin qebûl dike, daxwaza dayika xwe tîne cîh. Erê we jî belkî femkir ev fîlm tenê ne çîrokek şînê ye. Filmekî saxlem ya berxwedaniyê û polîtîk e. Marîfet tenê fîlm çêkirin nîne. Marîfet ji dil çîrokên me tîne ziman jî. Derhêner ji duvre neçûyê û dayikek êş kişandiye derxistiye pêşberî me. Yê me, ji me…

XWEZEYA ÇEWLIKÊ DI KUDERA YEŞÎLÇAMÊ DE HEYE?

Mehmet Ali Konar di hevpeyvineka xwe de dibêje ku; “Derdê min yê çîrok dîtin tuneye. Ev erdnigariya ez tê de hatim dinê û tê de dijîm de, ez lingê xwe davêjim kuderê herder çîrok e. Tenê di vir de mesele ez çawa çê bikim e.” Ev gotina derhêner, kesên ku van çîrokan nabîne ye û ên çîrokên din digerin û dixwazin karên sinema kurdî bikin re peyamek baş e li gorî min. Ji bo me gelek kesan re! Derhêner yek jî neçûye gundê xwe lê ev fîlm kişandiye. Gundekî şên, çiya û mêrgên şêhî, zinar û quçên bi renk… Hesp, moz û bizin jî dimenan tijî dikin û film sankî pirsek ji me dipirse; “ev plato û xweza ya Çewlikê di kudera Stenbol- Yeşîlçamê de heye gelo?’’

Derhêner dîsa çiqas bixwe zaza be jî kurmancî di çîroka xwe de cîh kiriye û ev jî serkeftinek e. Filîm di erdnigariya kurdan de derbas dibe û ji xeynî kurdî, bi kîjan zimanê bihata kişandin jî ewqas bandor nedida. Êşa dayika Zîn bi zimanê dayika Zîn de wateya xwe ditiye.  

Niha jî mesele hat; erê mijar di nava me kurdan de gelek e lê emê çawa çê bikin e? Hewcedariya gelek niqaşan e ev bersiv. Jixwe gelek caran sînemagerên kurd tên ba hev û van niqaşan zêde zêde dikin. Lê di vir de jî pirsgirêkên aborî, butçe nedîtin û neazad bûn derdikevin pêşiya wan.

LÎSTIKVANÊN FILÎMÊ JÎ ÇEPIK HEQ DIKIN

Mehmet Alî Konar jî ev pirsgirêkan bixwe jî jiyaye û filîmek li gorê derfetê xwe derxistiye hemberê temaşivanan. Lîstikvanên filîmê jî çepik heq dikin. Maryam Boubanî bi rola sereke ya dayika Zîn dilîze. Di filîmê de daxwazên wê, nêrînên wê, awirên wê heqê karaktera Zîn dide. Dimen Zandî, hevsera Îsa dilîze û bi lîstikvaniya xwe bi rengê xwe jiyana xwe, bawerî dide û mirov dibêje erê ev jinikek kurd e. Maryam Boubanî û Dimen Zandî ji kurdên Rojhilat in. Herdû jî bi salan in di projên kurdî de cîh digrin û ji bo pêşketina sinemaya kurdî ked didin. Keda wan re spas. Suat Usta bi karakterê kurê dayika Zîn yên piçûk, Korkmaz Arslan jî kurê mezin dilîzin. Herdû jî bixwe bawerî, bi hekîmiyeta ziman pêkanîn û bi biryar dibêjin; Di Sînema ya Kurdî de em henin û em li vir in. Fîlm ji aliyê teknîk, kadraj, dîmen, deng, reng de jî xurt e.

Me ewqas pesnê filîmê da… Lê ez dixwazim li gorî xwe kêmasiyê filîmê jî bibêjim îjar. Ev jî perçeyek rexnedariyê ye. Erê mijar gelek baş e û ji kezeba me ye lê gere senaryo zêdetir xurt ba. Sehneyên serî gelek monoton derbas dibe. Lîstikvan replîkên xwe dibêjin û derbas dibin û sehne diqedin.

Mînak: Mele ji dayika Zîn re dibêje: “Ev daxwaza te caîz nîne” û sehne diqede. Erê me femkir caîz nîne lê çima caîz nîne? Divê zêde vebikira û me îkna bikira. Wekî din gelek sehneyên mînak hebû. Kêmasiya mezin xuya dike ji aliyê senaryoyê de. Filîm bi roj çûyîna ava xilas dibe. Lê ez bawerim ev jî ji me re peyamek bû. Rojek diqede rojek din dest pê dike. Jiyan berdewam e. Û em li benda afirandina hunerên xweşik yê din in.

Çavkanî / Gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin