Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê amade ye

Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê amade ye

10'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê îsal dê 30'ê vê mehê dest pê bike û 6'ê sermawezê bi dawî bibe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Festîvala ku cara pêşî di sala 2005'an de dest pê kir, îsal 10'emîn car li dar dikeve. Festîvala ku dike fîlm, belgefîlmên kurdan pêşkêş bike îsal dê fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlm bi temamî 37 berheman pêşkêş bike. Êvana 30'ê mehê li Zeise Kino bi pêşkêşkirina konserek dê dest pê bike û heman êvarê dê fîlmê  Caroline Fourest ê bi navê "Sister's in Arms" bê nîşandayîn. Fourest fîlmê xwe li ser jinên şervan ên dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirine amade kiriye. 

"Arian", "Di navberê de", "Biryareke Zor", "Çinara Spî", "Xwebûn", "Hêvî", "1994", "Stride", "Navber", "Kavil", "Salveger", "Zagros", "Berfîn" hin fîlmên ku dê di çarçoveya festîvalê de bêne nîşandayîn in.

 

Ji bilî nîşandayîna fîlman dê ligel derhêner û lîstikvanên kurd gotûbêj jî li dar bikevin.

Fîlm dê li salonên Zeise Kino, Studio Kino û 3001 Kino bêne nîşandayîn.

 

J ibo bername û agahîyên zêdetir: www.hkff.de

 

Çavkanî: Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin